Ji bo jiyanek azad ...

10:07

Handan Tufan/ JINHA

AYDIN - HDP ya ku ji bo hilbijartinan li gelek navendan nûneriya wekhev nîşandaye li Aydinê jî 4 namzetên jin nîşandane. Namzetên jin li navçeyên dijîn hem tekoşîna ekolojiyê, hem ya jinê û hem jî nasnamê didin û bi wî awayî amadekariyên ketina meclisê dikin bang li jinên Aydinê kirin û gotin: "Ji bo azadiya jinan HDP"

HDP'ê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşandana 268 namzetên jin bala raya giştî hemû daye ser xwe ji her reng, kesîm û gelan namzet nîşandane. Ji namzetên jin yên Aydinê Sevay Akkay Açici, Nazli Kibar Boza û Ayfer Demiren ji jinên ku li cihên lê dijîn di tekoşîna zadiya jinan de herî li pêşdenin û hewil didin li meclisê bibin dengê jinan.

'Ez dixwazim li meclisê nûneriya jinên Aydinê bikim'

Mamostaya teqawî Sevay Akkay Açici li Balikesirê hatiye dinê. Sevay ya dayîka zarokekê 29 salin li Soke ya Aydinê dijî, li gelek cihên weke Sekreteriya Jinan ya Egitim Sen
ê, Meclisa Jinan ya Bajêr ya Soke yê, Yeşiller Sol û Gelecek Partî hev berdevgî kiriye û peyîwira endamiya PM yê kiriye. Sevay diyar kir ku ew ji bo ku jin di siyasetê de rolê zindî zêdetir bigirin ew bûye namzet û got: "Min xwest alîkariyê bidin jiyana nû ya aştî, azadî, ekolojiyê. Ez dixwazim li meclisê nûneriya jinên Aydinê û hemû jinan bikim."

'Emê pirsgirêkên xwe di HDP'ê de çareser bikin'

Nazli Kibar Boza jî di sala 1972'an de li Dêrsimê hatiye dinê. Nazli ya zewicî û dayîka 3 zarokan 10 salin di siyaseta kurdan de bi awayek zindî dixebite. Nazli ya ku li navçeya Didim ya Aydinê dijî diyar kir ku li Aydinê gelek welatiyên ji kesîm û baweriyên cuda dijîn. Nazli da zanîn ku li Didemê elewî, kedkar û jin gelekin û nêrîna wan ya li HDP'ê jî gelek bi hêvîne û wiha domand: "Bi tayîbetî jî di aliyê di HDP'ê de bûyîna xwediyê mafê gotinê ya jinan, xwe bi rehetî xew anîna ziman ya elewî û yên tên perçiqandin pir bi hêvî nêzî me dibin. Werin em bi hev re hemû pirsgirêkên xwe di HDP'ê de bi hev re çareser bikin. Pergal îro bi polîtîkayek gelek zalim jinan di malê de zîndan dikin. Lê em dixwazin jin li her derêbin û li her derê xwediyê mafê gotinê bin. Telebên me jî di vê xalê denin."

'Dê tekoşîna me ya jinê li her derê berdewam bike'

Ayfer Demiren jî bi xwe ji Êlihêye. Ayfer di 18 saliya xwe de li Soke yê bi cîh bûye û ji Beşa Gihandina Zarokan mewzîn bûye. Ayfer bi salane di tekoşîna azadiya gelê kurd de tekoşînê dide, niha jî li navçeya Didemê ya Aydinê dijî. Ayfer ya ku di gelek platform û komelên jinan de tekoşînê dike wiha dibêje: "Min her dem ji bo nasnama kurdî û jinbûnê tekoşîn kir. Bi tayîbetî jî bi alîkariya derdora xwe bûm namzet. Jinên kurd ji bo hemû cîhanê bûn mînak. Welatiyên Didemê jî bi her awayî alîkariya me dikin. Jinên ji derdorên cuda tekoşîna jinên kurd ji bo xwe weke mînak dibînin. Emê jî li her mal, kolan û qadan tekoşîna jinan bilind bikin. Me bi gelek jinan re hişmendiya bûyîna jina malan şikand û ew li gel xwe anîn qadan. Divê jin di hemû qadan de cîh bigirin. Jiber ew hêz di jinan de heye. Ya giring ew hêz derxistina holêye."

(zt)