Waqfa Jinên Azad pirtûkxane vedike
10:53
Nîsan
24
/ 2015
JINHA
QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca pêşxistin û belavkirina hişmendiya xwendinê, pirtûkxane vedike.
Weqfa Jina Azad a Rojava ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, dest bi amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê kir. Ji bo pirtûkxaneyê jî kampanyaya pirtûkan hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de wê pirtûkên ku bi zimanê Kurdî, Suriyanî, Ermenî, Erebî û Îngilizî hatine nivîsandin bêne komkirin. Endamên weqfê bi vê armancê li Qamişlo dest bi komkirina pirtûkan kirin.Piştî ku xebatên kom kirina pirtûkan biqede dê pirtûkxane bê vekirin.
(rc)