Gulistan Şivan Xelata Rojnamegeriyê ya Denîz Firat girt
11:23
Gulistan Şivan Xelata Rojnamegeriyê ya Denîz Firat girt
Perwîn Xelîl /JINHA
QAMÎŞLO - Li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn xelata rojnamevaniya Kurdî tê belavkirin. yek ji van xelatên hatin belavkirin de bi navê rojnemevana şehîd Denîz Firat bû ku di berxwedaniya Şengalê de jiyana xwe ji dest dabû. xelata rojnamevaniya Kurdî ya ser navê Denîz Firat ji bo derxistina rastiya jiyanê ji rojnemevan Gulistan Şivan re hat diyarî kirin.
Gulistan Şivan rojnemevanek e û di heman demê de di televizyona Ronahî TV'î de pêşkêşvaniya bernameya Roniya Rojê dike. Gulistan Şivan di derbarê wergirtina xelata rojnamgeriya Kurdî û rojnemevaniyê li Rojavayê Kurdistanê nîrxand û wiha axivî: ''Di nava Kurdistanê de rojnemevanî tê çi wateyê û bi taybet ji bo rojnemevanên jin wateya vê çi ye dema em dinirxînin dibînin ku, li Cîhanê û Rojhilata Navîn jina kurd xwe gihandiye asta herî bilind. Di qada ragihandinê de jî jina Kurd di asta bilind de cihê xwe girtîye û dema em li dîrokê dinêrin ev desteftî bi bedelên giran hatiye bi dest xistin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.''
'' Xebata jina Kurd di asta bilind de ye''
Gulistan axaftina xwe wiha berdewam kir û got: ''Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de hejmara jinên ku di nava çapemeniyê de xebat kirin gelek bûn, bi dehan jinên kurd wek Gulnaz Karataş, Gurbet Ersoz, Sarya Onur bi pêşengtiya xebata çapemeniyê kirin. Jinên Kurd xebateke dem dirêj di asta bilind de di nava çapemeniyê de meşandin û fedekariyeke bi salan raber kirin, ev tekoşîna ku bi salan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat meşandin weke dareke ku niha fêkiyan bide, li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû.''
''Denîz Firat pênaseya rojnamevanên jin e.''
Gulistan axaftina xwe li ser rojnemegeriya Rojavayê Kurdistanê berdewam kir û anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê keça Kurd di alî leşkerî, siyasî û di alî diplomasî de cihê xwe girtiye û di beşa ragihandinê de jî li hember hemû zor û zehmetiyan karê xwe berdewam kiriye. Gulîstan mînaka rojnemevanên jin yê Kobanê da û got:'' Rojnamevanên jin yê Kobanê di şer de jî dev ji karê xwe berneda û xwestin ku rastiyê derxin holê û şahidiya dîrokê bikin. Li Rojavayê Kurdistanê bi van xebatên pîroz di demeke kurt de çapemenî gihîşt asteke bilind.''
Gulistan Şivan bal kişand ser rojnamegeriya Başûrê Kurdistanê jî û diyar kir ku rojnemevanên Kurd ya divê Denîz Firat ji xwe re mînak bigre ku ew ji bo derxistina rastiya jiyanê her tiştî dida ber çavê xwe û di vê riyê de jiyana xwe ji dest dabu. Gulîstan axaftina xwe wiha berdewam kir : "Li Başûrê Kurdistanê şehîd Denîz Firat ku bi çavên xwe bûyerên li wir diqewimîn şopand û dixwast bi gelê xwe re parve bike, ji bo derxistina rastiyan şehîd Denîz Firat heta kêliya dawiyê di çeperan de cihê xwe girt û bi dîmên berxwedana Şengalê bi raya gîştî re parve dikir. Denîz Firat ku ji malbateke penaber bû û bi temenê xwe yê biçûk derbasî Tevgera Azadiyê bû, ji bo li hember neheqiya bisekine bi hemû hêza xwe ji bo rastiyê tekoşîn kir. Denîz Firat bi berxwedaniyeke herî mezin ji bo rastiyê jiyana xwe ji dest da. Keçên Kurd jî Denîzan ji xwe re mînak girtin û li Başûr, Rojava,Rojhilat de li pey şopa Denîz Firat meşiyan û bûn pênaseya rastiya rojnamevaniya Kurd.''
''Pîrozkirina roja rojnamegeriya Kurdî bi coş bû''
Gulistan destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîne roja rojnemevaniya Kurdî tê pîroz kirin û ev yek bi xwe coş û kelecanekê di nava me de çêdike. Hêviya me ewe ku lidarxistana vê şahiyê di demên pêş de ji bo rojnemevanan hêvî û serkeftinên mezin derbixînin pêş.'' Rojnemevan Gulistan Şivan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê rojê û girîngiya xelatê anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Dema mirov behsa roja rojnemevaniya Kurdî dike morelek mezin digre. Bi wegirtina xelatan ev yek hat xuya kirin ku pêşerojeke azad dive were bidestxistin ku em liyaqî ew kesên ku di şopa rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bibin. Li ser xelata şehîd Denîz Firat jî ku ji bo min hat diyarîkirin ez çiqas hestên xwe bibêjim hevok têrê nakin. Tenê ez dikarim bibêjim ku rê û daxwaza şehîd Denîz ji hevalên xwe yên rojnemevan kir ku em pêbînin û tekoşîna xwe ya rojnemegeriyê di astên herî bilind e bi pêş bixin.''
(ch)