Li Dîlokê ji bo zarokên hatine qetil kirin mûm hat pêxistin
11:48
JINHA
DÎLOK - HDP'lî bi aramanca 23 Nîsanê roja Cejna zarokan li Dîlokê,zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetil kirin bi bîranîn.
Bi armanca 23 Nîsanê roja Cejna Zarokan,li ser bangawaziya Rêxistina HDP'a Dîlokê,hêjmarek zêde welatî li ber Parqa Yeşîl Su yê hatin ba hev û zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetil kirin bi bîranîn.Di çalakiya bîranînê de wêneyên,zarokên li Roboskiyê hatine qetil kirin,Erdal Erenê 17 salî hatî îdam kirin,Ceylan Onkolê ku ji aliye dewletê ve hatî qetil kirin,Ogur Kaymaz,Berkîn Elvan,Nîhat Kazanhan û gelek zarokên din ên hatine qetil kirin hatin hildan. Ji bo bîranînê zarokan mûm hatin pêxistin û dûvre daxûyaniya çapemenî hat dayîn. Daxûyanî ji aliyê Hazal Yazgan ve hate xwendin.Di daxûyaniyê de: " Îro roja 23'ê Nîsanê roja Cejna Zarokane,lê belê li vî welatî her roj bi dehan zarok tên kuştin. Bi hezaran zarok di bin şertên zehmet de dixebitin, bi sedan zarok bi zorê tên zewicandin û bi deh hezaran zarok jî li girtîgehê rastî îstîsmara zayendî tên. Li beramber vê yekê dewlet roja 23'ê Nîsanê Cejna zarokan pîroz dike. Li vî welatî ne cihê cejnê zarokan pîroz kirine,cihê şînê ye.". Piştî xwandina daxûyani bi dawî bû,ji bo bîranînê zarokan balonên mûmê firandin.
(rc)