Rojbîn Afjîn: Dê heqîqet û mirovahî qazanc bike
11:54
Jînda Azad /JINHA
Til TEMIR - Rojbîn Arjîn ya Amedî di serî de ji bo parastina jinan û hemû gelên Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê tevlî nava refên YPJ'ê bû û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa azadiyê ye û dê di wê şoreşê de heqîqet û mirovahî qazanc bike.
Piştî berdewamkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Rojava tevlîbûna nava refên YPJ û YPG'ê zêdebû. Yek ji wan jî Rojbîn Arjîn ya Amedî ji bo di serî de parastina jinan û hemû gelên Rojava çu beşdarî nava refên YPJ'ê bû. Rojbîn da zanîn ku ew bi banga seferberiyê hatiye beşdarî nava refên YPJ'ê bûye û got: "Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan ya ji bo alîkariya şoreşa Rojava ez derbazî aliyê Rojava bûm. Ji ber ez aşiqê jiyanek biromet û azadiyê me. Ji ber wê jî ez bûm bersiva banga seferberiyê."
Dê mirovahî qazanc bike
Rojbîn wiha qala derbasbûna xwe ya eniya Til Temirê dike: ''Piştî ku ez tevlî refên YPJ'ê bûm min bi qasî 6 mehan perwerde dît, piştre ez derbasî çeperên berxwedanê bûm. Ji bo parastina herêma xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, di şerê li Til Hemîs û Til Birakê de ez beşdar bûm. Piştî ku çeteyan êrîşî Til Temir kirin ez gel hevalên xwe hatim bajarê Til Temir.'' Tevî ku Rojbîn pirsgirêkên tenduristiyê yên Rojbîn hebûn jî lê di eniya berxwedanê de cîh digire û wiha dibêje: ''Tevî ku ez nexweşim jî lê belê moralê min gelekî bilinde û kes nikarê hêz û îradeya me bişkîne. Em û hevalên xwe mil bi mil li hember terorîstên dunyayê şer dikin û wê rastî û jiyana mirovî bi serbikeve.''
'Heta azadiyê berxwedan'
Rojbîn di dawiyê de banga piştgiriya şoreşa Rojava kir û wiha got: ''Şoreşa Rojava şoreşa azadiyê ye her kesê xwadî wîjdan divê beşdarî vê tekoşînê bibe, ji ber dê di vê şoreşê de mirovahî û heqîqet biserkeve. Ji bo vê yekê pêwîste her kes bi hêz û îradeya xwe beşdarî vê şoreşê bibe. Ji bo ku ew jî di rûpelên serkeftinê de navê xwe binivisîne û ji bo serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk tekoşîn bike. Heta em bighêjin ruhê netewa demoqratîk ya ku rêbertî ji bo serkeftina wê îsrar dike emê tekoşînê bilind bikin.''
(ja/zt)