Jinên Kobanê pêşxisitna rola jinan nîqaş kirin

12:45

JINHA

KOBANÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi armanca nirxandina rewşa rêxistinî ya jinên kantonê û piratîkirina rola ya di nava civakê de 2 civîn cûda lidarxistin.

Civîna yekem a li taxa Şehîd Kawa ya li rojaholatê Kobanê û ya duyemîn li taxa Şehîd Xebat a li rojavayê Kobanê bi beşdarbûna dehan jinan bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînan de Rêvebera Yekîtiya Star Nisrîn Mihemed axivî û bal kişand ser rola jinan ji destpêka şoreşa Rojava û heta îro û got: ?Jinên Rojava di hemû aliyên jiyanê de destkeftiyên mezin bi dest xistine û di serî de di aliyê leşkerî de. Berxwedana Kobanê avsayenên dîrokê ji berxwedanê nivîsandin û bala hemû cîhanê kirşand ser xwe. Berxwedana jinên kurd li Kobanê hemû cîhan neçar kir ku bejana xwe li per berxwedana hate meşandin bitewînin.?

Di dawiya axafina xwe de Mihemede da zanîn ku kesayeta Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan û hevalên wê berxwedana jinan nîşan dane û em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên riyên wan bin.

Di dawiya civînan de mijarên wekî çawaniya piratîzekirina rola jinan di nava meclîsên taxan de hate nîqaşkirin.

(rc)