Dewletê 'Qasida Aştiyê' kir pençeşêr!

14:25

JINHA

ENQERE - Aysel Dogan a ku bi têkoşîna ji bo aştiyê dide tê nasîn dewlet wê ev 17 sal in bi israr di girtîgehê de dihêle hate hînbûn ku pençeşêr e û nexweşiya ku ji 4 merhaleyan pêk tê di merhaleya 3'yemîn de ye. Ligel biryara Dadgeha Bilind a "binpêkirinê" Aysel hê jî li girtîgehê tê hiştin.

Rewşa endama Koma Aştiyê ya Ewropayê Aysel Dogan a bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê cidî ye. Aysel beriya demeke ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di encama israra bijîşkan de sewqî beşa Onkolojiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Tenduristiya Jinê ya Zekaî Tahîr Burak a Enqereyê hate kirin û li vir nexweşiya wê hate teşhîskirin. Hate hînbûn ku Aysel pençeşêrê ye û nexweşiya ku ji 4 merhaleyan pêk tê di merhaleya 3'yemîn de ye.

Hate hînbûn ku Aysel roja çarşemê hatiye emeliyatkirin, hucreyên bi perçeşêr hatine paqijkirin û rewşa wê cidî ye. Ji bilî vê hate hînbûn ku hucreyên pençeşêrê li deverên din ên laşê wê jî belav bûne. Bijîşkan destnîşan kirin ku divê Aysel bi lezgîn tedawiya kemoterapiyê bibîne. Li ser vê yekê parêzerên Aysel dê serî li Dadgeha Bilind bidin.

Encama ke dewlet bûye sedem

Aysel di encama operasyonên di bin navê KCK'ê de ji aliyê AKP û cemaetê ve hatin lidarxistin de di îlona 2011'an de hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Raye Taybet a Meletiyê ve hate girtin. Piştî ku hate girtin rewşa wê li girtîgehê xirab bû. Di 12'ê îlona 2012'an de ji bo tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û ji bo daxwaza parastina zimanê dayikê kete greva birçîbûnê û 58 rojan di girevê de ma. Tê texmînkirin ku nexweşiya wê ji ber vê yekê giran bûye. Ji bilî vê ji ber helwesta rêveberiya Girtîgeya Amedê û leşkeran nexweşiya wê zû nehat teşhîskirin û hate asta xetereyê. Aysel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî ji ber "evqas girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e, ez ê xwe çawa bînim rojevê" bi awayeke exlaqî qebûl nekiribû.

Aysel kî ye?

Aysel di sala 1953'an de li Dêrsimê ji dayik bûye ji aliyê dewletê ve di demên cuda de 17 salan hate girtin. Aysel Zanîngeha Gaziyê qedandiye yekem car di 1980'an de rastî şîdeta dewletê hat. Aysel di salên darbasbûyî de 2 salan girtî ma û qet dernexistin dadgehê. Aysel di salên 90'an de dîsa bû hedefa terora dewletê. Di gulana 1990'an de li Dêrsimê hate girtin û 11 mehan li Erzînganê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket li Dêrsimê di hilbijartinên 1991'an de bû namzeta serbixwe û ligel ku dengeke pir zêde girt jî çûyîna wê ya meclîsê hate astengkirin. Dİ wan salan de ji ber şîdeta dewletê zêde bû Aysel çû Ewropayê. Ligel çû Ewropayê jî dilê wê li welatê bû li vir ji bo azadiya gelê xwe û aştiyê têkoşiya. Aysel li Ewropayê endamtiya KNK'ê kir û di 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke endama 2'yemîn Koma Aştiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.

Ligel biryara binpêkirinê hê jî di girtîgehê de ye

Aysel dema ku hate Tirkiyeyê bi endamên komê yên din re hate girt. 10 sal ceza lê hate birîn. Aysel li Girtîgehên Meletî û Elbîstanê ma û 2009'an de ji girtîgehê derket û xebatên xwe yên siyasî domand. Li Dêrsimê Komeleya Akademiya Çand û Baweriya Elewiyan a Dêrsimê ava kir û li vir xebatên xwe domand. Ji ber xebatên komeleyê di bin navê operasyonên KCK'ê yên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate destpêkirin de di 28'ê îlona 2011'an de ji aliyê Dadgeya Cezaya Giran a Raye Taybet a Meletiyê ve hate girtin. Piştî salake 18 sal ceza lê hate birîn. Aysel di 2012'an de li girtîgehan greve birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PAJK û PKK'iyan ve ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Ocalan û daxwaza parastina zimanê dayikê dan destpêkirin de di koma duyemîn de cih girt. Piştî ku Dadgehên Cezaya Giran ên Raye Taybet hatin girtin di 2014'an de dosyaya Aysel li Dadgeha Bilind hate dîtin û ji bo ku careke din ji ber endamtiya rêxistinê dosya bê dîtin, hate xirakirin. Dadgeha Bilind biryar da ku mafê darizandina adil hatiye binpêkirin lê ligel vê yekê jî 4 sal in di girtîgehê de ye. Operasyonên di bin navê KCK'ê de yên ji aliyê AKP û cemaetê ve pêk hatin piraniya wan pûç bûn lê ji ber ku dosyaya Aysel a Erziromê û dosyayên Agiriyê ji aliyê dadgehên herêmî ve hatine encamkirin girtîbûna wan berdewam kir. Aysel ku di tevahiyê jiyana xwe de têkoşîna azadiyê meşand niha jî li dijî polîtîkaya dewletê ya "kuştinê" têkoşîna jiyanê dide.

(rc)