1'mîn Kongreya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê despêkir
15:34
JINHA
SİLÊMANÎ - 1'mîn Kongreya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li bajêra Sûleymaniyê bi beşdar buna 700 delege despêkir.
Li Herêma Federala Kurdîstanê ya bajêrê Silêmaniyê 1'mîn Kongreya Ciwanên Welatparêz ên Kurdîstanê bi tevlîbûna 700 delege despê dikir. Di serî de ciwanên Başûrê Kurdîstanê,ji her alîyê Kurdîstanê gelek ciwan tevlî bûn. Kongreya bi beşdarbûna ciwanên Kakaî,Êzîdî,Ereb,Tirkmen û Sûryaniyan ve bi xwendina marşa "Ey Reqîv" hate despêkirin. Axaftina vekirina Kongreyê ji aliyê hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakîr hat kirin. Şîlan bal kişand ser şerê li Başûrê Kurdîstanê û wiha got: "Îro li hember êrîşê li Kurdîstanê pêktê jin û ciwan li berxwe didin. Pêşengiya vê şoreşê ciwan dikin.".
Piştî axaftina vekirinê perspektîfê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên ku ji kongere hatiye şandin hatin xwandin.
(rc)