KJA li hember qirkirinên jinan û zarokên polîsan destgîr kirî di çalakiyan denin

15:42

JINHA

AMED - Li Erxeniyê jinên bi pêşengiya KJA yê hatin bahev li hember desteserkirina du zarokên keç li Sêrtê ji aliyê polîsan ve û qirkirinên jinan çalakî li darxistin.

Li navçeya Erxeniya Amedê bi banga KJA yê jin li heber desgîrkirina du zarokên keç li Sêrtê ji aliyê polîsan ve û qirkirinên jinan li ber avahiya HDP'ê hati bahev û çalakî li darxistin. Di çalakiyê de jinan dovîzên weke "Em ne malbatin jinin", "Jin jiyane jiyanê nekuje", "Ji qirkirinên jinan re na" û duruşmên weke "Jin jiyan azadî" û "Polîsên tecawîzkar ji kurdistanê derkevin" ketin meşê. Di meşê de Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin li gel rêveberên HDP û DBP'ê yên navçê jî amadebûn. Di meşa ku li ber Komela Jinan Selîsê bi dawî bû de daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Durdane Peker ve hat xwedin. Durdane wiha axivî: "Bûyera ku li Sêrtê derketî ruyê rastî yê vê pergalê derxist holê. Mînaka windabûna zarokên keç û paşê ji aliyê polîsan ve desteserkirina wan derketina holê li Tirkiyê çima dawî li îstismara ser zarokan nayê li holêye." Durdane balkişand ser bi navê 'întiharê' di van demên dawî de zêdebûna qirkirinên jinan û da zanîn ku divê jin li hember van bûyeran rêxistina xwe ya cewherî pêşbixin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi duruşman bi dawî bû.

(zt)