Li Cizîrê bi pêşengiya jinan biroya hilbijartinê ya HDP'ê bi kelecan hat vekirin

17:51

JINHA

ŞIRNEX - Li Qeda Elefaxana ya Cizîrê biroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin.

Li Cizîrê bi pêşengtiya jinan biroya HDP'ê ya duyemin hat vekirin. Beriya vekirinê Parlementerê HDP’ê Faysal Sarıyıldız Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur jî di nav de gelek welatî li ber avahiya HDP’ê hatin cem hev û heta Qada Elefxanê bi tîlilî û çepikan meşiyan. Heta qedê jinan pêşengtiya meşê kir û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin. Li Qadê Faysal Sariyildiz axivî û wiha got : “Em bi rihetê nehiştine van rojan ev keda çil salan eçıl sala berdelê giran dide. Em jiyanek azad û wek hev bi hev dû re avdikin.” Faysal li ser diroka qada ku lê biro vebiye jî sekinî û wiha got: “Ev qad şahidî ji berxwedana Cizîrê re kiriye di vê qad qada Berîvan lê şer kiri ye” piştî axftina helbest hat xwendin û kêliyên hestîyar hatin jiyîn.

(ma/zt)