PAJK: Di oxira jiyanê de em tekoşîna jinên kedkar pardikin

11:29

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona PAJK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir û bang li gelan, kedkar û jinan kir ku di bin banê HDP'ê de têkoşînê xurt bikin, her derê veguherînin qadên 1'ê Gulanê û di 7'ê Hezîranê de li ser navê kedkar û karkeran hesap ji partiyên netewe-dewlet ên dizek, nîjadperest û rantxurên şer bipirsin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK'ê got, "Em, 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a 2015'an ku bi ruhê şoreşgerî û coşa biharê pêşwazî dikin, li jinên kedkar, karker û gelan pîroz dikin û bi baweriya tacîdarbûna têkoşîna kedê bi serketinê re em têkoşîna sosyalîzmê silav dikin. Di kesayetiya şehîdên 1'ê Gulanê de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û wke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna sosyalîzma demokratîk li ser bingeha rizgariya jinê xurt bikin."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Em vê roja ku bi 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destpê kir, bi bihara gelan Newrozê re bilind bû, bi baweriya ku wê veguhere bihara rizgariya mirovahiyê pêşwazî dikin. 1'ê Gulanê ku roja derketina asta herî bilind a têkoşîna kedê ye, cejn û roja kedkar-karkeran a peymana bi azadiyê re, roja berxwedanê ye. Weke PAJK'ê em coşa berxwedanê ya hemû jinên kedkar ên li deştê, li zeviyan, li dehl û rezan, li febrîqeyan bi xwêdana xwe jiyana xwe ava dikin, parve dikin. Dizîtiya destpêkê, xespa destpêkê ya kedê li ser berhem û afirîneriya jinê pêk hat û koledariya destpêkê jî bi dizîtiya kedê destpê kiriye. Zîhniyeta bi serdestiya mêr a bi kolekirina pîrozmendiyên mirovahiyê destpê kir, di roja îro de li dijî mirovahiyê gihîştiye asta herî xetere. Di roja me ya îro de ku dizîtiya kedê ji rêzê tê dîtin û sîstema kapîtalîst bi rêya dizîtiya kedê rê li ber gelek zeraran vekiriye, şerên bêmerhamet, koç, hilweşîn, teror, talan, tecawiz û birçîbûn dewam dikin.

'Li hember mêtîngeriya kedê...'

Sîstema kapîtalîst a ku bi sedan salan xwe dispêre vî zîhniyetî û hewl dide xwe weke rewşeke dest jê nayê berdan nîşan bide, dijminê herî mezin ê nirxên mirovahiyê, koledariya modern bi xwe ye. Ev sîstema ku ti ji nirxên însanî û exlaqî nas nake, gelan, jinan, kedkaran, karkeran û hemû derdorên alîgirên ked û azadiyê dixe bin zordariya xwe û bi awayekî bê sînor talan dike. Bi sedan salane têkoşîna bi rûmet a gelên bindest ên alîgirên maf, edalet, têkoşer û berxwedêr jî li dijî sîstema mêtîngeriyê dewam dike. Ji bo ev têkoşîna bi rûmet bi azadiya gelan tacîdar bibe, azadbûna jinê ku çîn û neteweya destpêkê ya hatiye mêtîngehkirin e, wê were wateya azadbûna jiyaneke bi kedê hatiye afirandin. Ji ber vê yekê, di serî de jinên ku bi keda xwe mirovahî afirandine, em 1'ê Gulanê roja têkoşînê li hemû kedkarên xwedî îdîaya afirandina cîhaneke bedew in û dixwazin rûyê erdê bi rengîniya hemû gelan veguherînin bexçeyekî mezin, pîroz dikin. Em bang li gelan, kedkar û jinan dikin ku di bin sîwana HDP'ê de têkoşînê xurt bikin, her derê veguherînin qadên 1'ê Gulanê û di 7'ê Hezîranê de li ser navê kedkar û karkeran hesap ji partiyên netewe-dewlet ên dizek, nîjadperest û rantxurên şer bipirsin."

(zt)