Li Hesekê jin ewlehiya bajêr digirin

09:58

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Li Navenda bajarê Hesekê yê Kantona Cizîr a Rojava, salek berê rêxistina ewlehiyê ya polîsên trafîqê hat avakirin. Di nava xebata ewlekariyê de jin cihekî sereke digrin. Endama polîsên trafîqê Îman Eswed, derbarê xebatên xwede destnîşan kir ku, ewlekariya bajêr ne tenê karekî giştiye karê jinê ye jî.


Li Navenda bajarê Hesekê yê Kantona Cizîra Rojava, bû salek xebatên ewlehiya gel û polîsên trafîqê tê bi rêxistin kirin. Endama xebatên trafîqê polîsan ya Navenda bajêra Hesekê,Îman Eswed derbarê xebatên jin ya li Rojava didin meşandin de agahî da û wiha got: "Li Rojava di nava hemû saziyên civakî û leşkerî de jin bi awayek aktif cihê xwe digre. Di şexsê jinên Rojava de diyar bû ku jin dikare di her qadê jiyanê de têkoşîn bidin meşandin û serkeftinê bi dest bixe. Her wiha bi vê sekna xwe balê hemû cîhan jî dikêşe ser xwe."

'Em ji bo ewlekariya gel dixebitin'

Her wiha Îman derbarê karê jinan ya di nava polîsên trafîqê ya bajêra Hesekê jî de wiha ji mere vegot: " Em xebatên xwe li bajêr ji bo parastina ewlekariya gelê herêmê û tevgera trafîqê sere rast bikin dixebitin. Roj û şev xebatê me didome. Ji bo ewlekariya herêmê ew wesayîtên ku ne hatine qeyît kirin û dervî fermiyeta herêmê be li wan ceza tê birîn. Her wiha em nasnameyên ajokeran qontrol dikin." Îman di heman demê de behsa pêwendiyên karên xwe ya li gel Navendên asayîşê jî wiha bi lêv kir: " Pêwendiyên me ya li gel navenda asayîşê di warê parastina heremê de hev tamam dike. Hem di warê qontrol kirina wesayîtan de hem jî di warê rêxistin kirina ewlehiya jiyana herêmê de ev xebat tên meşandinw."
Jin hêza jiyanê ye

'Jin dikare di her navendên jiyanê de cîh bigire'

Îman derbara destkeftiyên ku jin li Rojava de bi dest xistiye de wiha got: "Jin di hemû saziyên civakî û leşkerî de bûye xwedî cihek bilind. Jin bi rêvebirtiya xwe ya xebatê diyar kir ku dikare pêşengtiya jiyanê û civakê bike. Jin bi têkoşîna xwe ya bi hêz karî li hember kevneşopiya civaka desthilatdar jî bisekine. Ev rastî pêşketina jinên Rojava dest nîşan dike. Jin hêza jiyanê ye."

Îman Eswed di dawiya gotina xwede bang li jinan kir da ku beşdarî xebatên ewlekariyê bibin û wiha got: " Weke jin emê erkên xwe ya xebata ewlekariya civakê pêk bînin. Ji bo avakirina jiyanek bi ewle û rêxistin kirî dê hewildanê me bi hêzbin. Di heman demê de ez bang li tevahî jinan dikim ku cihê xwe di nava saziyên ewlehiya civakê bigrin. Ji bona ku em jiyanek hevpar bi rêxistin bikin pêwîste hewildan û têkoşîna hemû jinan pêşbikeve.

(rc)