Ti pirtûkên dibistanan kurdan nayîne ziman

10:43

Zehra Doğan/JINHA

AMED - Perwerdêran diyar kirin ku herî zêde polîtîkaya bişaftinê bi perwerda zimanê tirkî bûye û wiha dibêjin: "Bi salane ji bo mêtîngeriyê pirtukên perwerdê yên ji aliyê dewletê tê ve rêdikin herêmê tiştek ser kurdan nîne, heya di hindirê wê de wêneyek ayîdê kurdan jî tineye. Wêneyên deverên qet ew zarok nizanin di hindirê pirtûkan de hene, zarok lê dinêrin û di nivîsên ser hatîn nivîsîn de jî weke çareseriya şifreyan di têgihiştina wan de jî zoriyê dikêşin. Zarokên keç yên ku herî zêde dibin mexdurê hişmendiya mêran ji bo têgihiştina Tirkiyê yan zimanê xwe yê dayîkê ji binî de ji bîr dikin yan jî dest ji dibistanê dihêlin."

Bi despêkirna pêvajoya muzakereyan de carekdinê nirxandinên ser zimanê kurdî derketin holê, perwerdêr jî dixwazin polîtîkaya yek zimaniya bi salane ser zarokên kurd zoriyên mezin û şopên kur dayîn çêkirin bi dawî bê. Weke JINHA me bi perwerdêran re ser bandora perwerda tirkî ser zarokên kurdan û tayîbetî jî bandora mifredatên perwredê û pergala perwrdê ya mêrane ser zarokên keç gotubêj kir.

'Di perwerdê de bişaftin bi zarokên keç despêdike'

Sekretera Giştiya Egitim-Sen ê Sakine Esen Yilmaz diyar kir ku herî zêde polîtîkaya bişaftinê û perwerda bi hişmendiya yekane ya mêran tê dayîn bandorê li zarokên keç dike. Sakine gotinên Serokomar Recep Tayip Erdogan yên ser zarokan yên weke "Ger we zarokek lawik perwerdekir, hun tenê yek kesî perwede dikin, lê dema ku we zarokek keç perwerde kir, hun malbatê perwerde dikin." bibîr xist û da zanîn ku ev bandora polîtîkaya bişaftinêye. Herwiha Sakine balkişand ser gotinên weke "Bavo min bişîne dibistanê" û "Haydi kizlat okula" jî bibîr xist û wiha got: "Ji ber bi vegotina çîrok û serpêhatiyan di warê parastina çandê de jin xwediyê rolek gelek mezinin ji ber wê jî despêkê polîtîkaya bişaftinê ser zarokên keç dikin. Ji xwe pergala perwerdê ya ku bi hişmendiya mêrane tê bi rêvebirin zarok têde tên bişaftin, ev nêzîkatî ji bo zarokên keç hîn zêdetir zor dibe."

'Di perwerda heyî de zarok ji bedena xwe biyanî dibin'

Sakine destnîşan kir ku di nava civaka bi hişmendiya mêrane de zarokên keç yên bi du aliyan rastî zoriyan tên yan bi giştî zimanê xwe ji bîrdikin û tên bişaftin yan jî dest ji dibistanê berdidin û wiha domand: "Di pirtûkên perwerdê de girêdayî jinan tiştek nîne. Di pirtûkan de wêneyê zarokên tên sinet kirin hene, lê girêdayî zarokên keç tiştek di wan pirtûkan de nîne. Zarok di dema baleqbûnê de ji agahiyên ser guherîna bedena xwe bê parin. Ji ber zarokên keç ji agahiyan bêparin ji bedena xwe biyanî dibin. Dema ku zarokên lawik bi wêneyên karê teknîkê derdikevin, zarokên keç jî bi modelek ya alîkarîdayîna dayîka xwe derdikeve pêşiya me. Ne tenê di aliyê zimanê dayîkê de di heman demê de em bi giştî guherîna mifredadan bi awayê azadiya zayendiya jinan dixwazin."

'Buyera li Sêrtê ji bo nêzîkatiyên zayendiyên perwerdê mînakeke'

Cîgira Hevşaredara Sêrtê û Sekretera Giştiya Egitim-Sen ê ya berê ya Sêrtê Elif Akgul Ateş jî balkişande ser bûyera du xwendekarên lîsê yên keç yên ku polîsan di malên xwe de desteser kiribûn û wiha axivî: "Desteserkirina zarokên keç ji aliyê emniyetê ve weke rewşek normal hat dîtin. Heta îfada zarokan jî nehat girtin. Ev nêzîkatî zarokên keç di perwerdê de weke dayîkan digihînin. Bi awayek zayendî li zarokên keç dinêrin û di temenê biçuk de di zewicînin. Ev jî îspatek ya di normal li di temenê biçuk de zewaca zarokên keç nêrînê ye."

'Zarokên ku di perwredê de kurdî dipeyîvin pirsgirêka ewlehiyê dijîn'

Elif anî ziman ku zarokek tirkî nizane nikare bi mamosta û hevalên xwe re têkeve nava axaftinan ji ber wê jî di hindirê xwe de girtî dimîne û wiha dom kir: "Zarok di perwrdê de zoriya têgihandinê dikêşin. Dema ku zarok dinêre li kêleka wî zarokek dinê ji be tirkî dizane, di perwrdê de dirave nirxandinan dike, lê hîna ew bi çareserkirina şiferyên gotinan ve mijule. Ew zarok li gorî yên tirkî dizanin di paş di dimînin û paş de di şopînin. Ji ber wê jî bi awayek xwezayî zarok rastî bêmafiyan tê û dikeve valehiyekê. Her dem ew zarok bi raqîbê xwe re dikeve nava pêşbaziyê û her dem weke ne serkeftî li xwe dinêre. Ev jî dibe sedem ku ew zarok di bê ewlehiyê de bijî û baweriya wan bi wan neyê, bi vî awayî valatiyê dijîn. Ev hemû nefreta zarok ya li hember malbatê zêde dike û bê daxwaza xwe li gorî derdora xwe dijîn."


(zt)