KJA: Divê dengê qêrîna azadiya Dêrsimê Aysel Dogan serbest bê berdan
13:00
JINHA
AMED - KJA yê girêdayî rewşa girtiya nexweş Aysel Dogan a li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê weke endama Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê û ji ber xebatên xwe yên aştiyê bi salane di girtîgehan de tê girtin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat hat gotin: "Em dîlgirtina hevala xwe na pejirînin. Em dixwazin hevala me ya ku temenê xwe daye azadiya gelan û bilindkirina azadiya jinên kurd serbest bê berdan."
Aysel Dogan ya ku 17 sal di girtîgehê de derbaskiriye, ev 3- 4 salin jî ji doza KCK'ê di hindir de tê girtin. Kongra Jinên Azad (KJA) yê di derbarê rewşa Aysel Dogan ya ku weke qasida aştiyê ya ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewrupanyê hat Tirkiyê û hat gitin di girtîgihan de jî ji ber şertên giran yên girtîgehê rastî nexweşiya penceşêrê hat daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Aysen Dogan a ku bi têkoşîn û dildariya xwe ya ji bo aştiyê tê naskirin, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, bi penceşêra rehîmê ketiye. Herî dawî piştî emeliyatê bijîşkan diyar kirin ku nexweşî derketiye asta 3. a ji 4 astan û rewşa wê gelek girane."
'Ev encama polîtîkaya dewletê ye'
"Aysel Dogan ji bo bibe çirûskek tevlî têkoşîna azadiyê bûbû. Ji bo kevokan ji bo aştiyê bifirîne tevlî vê têkoşînê bûye. Ew şopdarê Seyîd Riza ye. Li hemberî xiyanet, zilm, asîmîlasyon, tinekirinê serî netewandiye. Bû qîrîna azadiyê ya jinên Dêrsimê. Di sala 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke qasida aştiyê ji Ewropayê hat. Yên dixwazin pêşî li aştiyê bigirin ew girtin û şandin girtîgehê. Ev yek bendek li hemberî eşqa azadiyê ya jinên Kurd e. Derbûna nexweşiya kanserê li bedena Aysel Dogan, encameke dewletê rê li ber vekiriye."
KJA'ê ragihand ku ew vê dîlgirtina Aysel qebûl nakin û xwest were berdan û wiha gotin, "Di dilê me de bîr û bawerî heye ku Aysel Dogan wê rehet bibe û bê nava me."
(zt)