Jinên Ciwan li Cudî amadekariyên Festîfala Evrim Andok dikin

14:44

JINHA

ŞIRNEX - Meclisa Jinên Ciwan ya DBP a Cizr ê amadekariyên Festîfala Ş. Evrim Andok dikin. Festîfala ku sibê despêdike û 2 rojan berdewam bike, li gundê Şaxê yê quntara Çiyayê Cudî tê li darxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan a DBP'ê ve 1'emîn Festîfaal Ş. Evrim Andok tê lidarxistin. Festîfala ku dê sibê despêbike û 2 rojan berdewam bike li gundê Şaxê yê quntara Çiyayê Cudiyê tê li darxistin. Girêdayî bernama festîfalê Endama Meclisa Jinên Ciwan ya DBP a Cizîrê Meryem Yapar diyar kir ku dê serê sibê li ber avahiya HDP'ê ya navçê bênbahev û heya cihê festîfalê bimeşin. Meryem destnîşan kir ku festîfala dê tenê jinên ciwan beşdarbibe xwediyê bernemeyek dewlemende û amadekariyên wê qediyane. Meryem da zanîn ku dê ji gelek navendên weke Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Colemêrgê jî jinên ciwan beşdarî festîfalê bibin.

Festîfala ku dê di 2 yê gulanê de despêbike û yeha 3 yê gulanê berbi êvarê berdewam bikin de gelek komên mûzîkê û hunermendên weke Hunermend Evîn, Kona Jinên Cudî, Koma Şehîd Sara, Koroya Jinên Mitaniyan, Dengê Jinên Azad, Dengbêj Henîf derkevin dikê. Dê komên govendê yên weke Folklora Jinên Mîtaniyan û Folklora Jinên Şirnexê
jî bi govendên xwe reng bidin festîfalê. Her wiha dê pêşandanên weke şanoyê, koma erbanê ya jinên ciwan û sînevisyon jî bên pêşandan.


(ma/zt)