Dibistan Ferzad Kemanger ber bi dawiya sala xwendinê ve tê

09:47

Şêrîn Hiso / JINHA

AMED - Dibistana Ferzad Kemanger ber bi dawiya sala xwendinê ve tê. Ji mamostayên dibistanê Jana Çelîk diyar kir ku dibistana wan ber bi dawiya sala xwendinê ve tê û got: "Mirov dikare di ruyê xwendekarên vê dibistanê de giringiya zimanê dayîkê bibîne, zimanê dayîkê şewqek çawan dide ser ruyê mirovan."

Di yekem sala xwendinê de Dibistana Ferzad Kemanger ber bi dawiya salê ve tê. Di îlona sala 2014'an de li Bakurê Kurdistanê 3 dibistanên kurdî hatin vekirin. Li Amedê Dibistana Ferzad Kemanger, li Colemêrtê Dibistana Dayîka Uveyş û li Cizîra Botanê jî Dibistana Bêrîvan hatin vekirin. Lê di dema perwerdê de ji aliyê dewletê ve ev dibistan rastî astengiyên mezin hatin. Gelek caran hatin girtin û cardin mamosta û xwendekaran vekirin. Dibistan li gel hemû zoriyan ber bi dawiya sala xwendinê ve tên. Li Dibistana Ferzad Kemanger wendekar waneyên weke jiyan, hawirdor, xwendin, nivîsandin, bîrkarî, werzîş, muzîk û wêne dibînin. Her roj xwendekarên dibistanê bi şanazî berê xwe didin dibistanê û di baxçê dibistanê de ji aliyê mamostayên xwe ve bi rojbaş tên pêşewazîkirin. Xwendekar rojê 5 waneyan dibînin û ber bi nîvro diqedînin. Dibistana Ferzad Kemanger di hefteya despêkê ya hezîrana sala 2015'an de dikeve betlana havînê. Ji mamostayên Dibistana Ferzad Kemanger Jana Çelîk girêdayî rewşa xwendina salê nirxandin kir.

Mamoste Jana bi lêv kir ku ev 6 mehe di Dibistana Ferzad Kemanger de perwerda bi zimanê kurdî tê dan û wiha pêde çû: "Bûyer û astegiyên ku derketine pêşberî hebûna vê dibistanê tê bîra her kesî. Ev dibistan ji aliyê dewletê ve 4 caran hat morkirin. Gel bi vîna xwe li pêşberî van êrîşan seknek xurt nîşan dan. Niha jî 6 meh derbaz bûn, encam û bandora van 6 mehan di jiyana zarokan de baş diyar dibe. Têkiliyên ku zarok di nava xwe û mamosteyên xwe de bi kudî ava dikin, ser derûniya zarokan bandork mezin dike. Bandora perwerda zimanê dayîkê ne tenê ser zarokan tê dîtin, zarok êdî bandorê li malbatên xwe jî dikin. Jiyana bi kurdî êdî dikin piratîkê. Di dibstanên me de waneyên jiyan, hawirdor, xwendin, nivîs, bîrkarî, werziş, mûzîk û wêne tên dan. Divê em jiyana sedî sed ji zarokên xwe re bi afirînin. Ji hemû xwestekên jiyana van zarokan re bibin bersiv."

'Divê her kes di ferqa giringiya zimanê dayîkê debe'

Jana di dawiya axaftian xwe de banga li xwedî derketina zimanê dayîkê kir û wiha axivî: "Em bi hêvîne ku ne tenê di vê rojê de li zimanê kurdî xwedî derkevin. Her 3 dibistanên kurdî yên ku hatin vekirin, bûn delîl ku xwesteka gel hemû astengiyan dişkîne. Heger 3 dibistan ji bo destpêkê hindik be jî, dîsa ev gav weke gavek dîrokî tê hesêb. Tu ziman şûna zimanê dayîkê nagre. Divê her kes li vê rastiyê xwedî derkeve. Hunera mirovan bi zimanê dayîkê teşe digire."

(zt)