Amadekariyên Konferansa jinên Êzidî despêkiriye
10:08
Zêrîn Kurtay - Perwîn Xelîl/JINHA
ŞENGAL- Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovana ser Şengalê jinên ku xwe rizgarkirin û di Çiyayên Şengalê de sitirîne ji parastina cewherî heta her qadên jiyanê xwe rêxistin kriine. Jinên Êzidî amadekariyên konferasê dikin. Dê jinên Êzidî di konferasê de zoriyên jiyana xwe bigirin dest û ji bo pêşerojê biriyaran bigirin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane di 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an de ser Şengalê û jinên Şengalê yên xwe rizgar kirine û gihiştine Çiyayê Şengalê xwe bi rêxistin kirine. Endama Rêveberiya EEVDA yê Hewlêr Kobanê girêdayî rewşa jinên li Çiyayê Şengalê dijîn agahî da. Hewlêr diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ser Şengalê û tayîbetî jî ser jinên Şengalê ferman pêkanîn û di aliyê derunî de jin gelek bandor kirine. Hewlêr da zanîn ku piştî êrîşan pêdiviya jinan ya bi parastina cewherî hat dîtin û wiha got: "Jinên Şengalê pêwîstiya xwe ya bi parastina cewherî pêşbixin pêşxistinê dîtin. Jinên Şengalê xwestin di her warî de bên perwrede kirin û xwe pêş de bibin. YPJ Şengal avakirin. Jinên ciwan yên Şengalê ji bo ku xwe mehkumê mal û mêran nebîne xwestin xwe bi xwe biparêzin."
'Li hember êşan vîna xwe nas kirin'
Hewlêr anî ziman ku ne tenê jinên ciwan yên beşdarî YPJ'ê bûne hemû jinên li Çiyayê Şengalê di her warê jiyanê de tên perwerde kirin û wiha domand: "Jinên ciwan û yên dikarin tevlî bibin beşdarî YPJ'ê dibin yên dinê jî tên perwerde kirin û her kes hev temam dikin. Ji bo ku jin xwe ji bo hemû rewşên awarte amadebikin ne tenê perwreda çekdarî di her aliyî de xwe perwerde dikin. Dayîk ji bo zarokên xwe dibêjin 'heger hun axa xwe bihêlin û biçin emê we efonekin' û zarokên xwe beşdarî nava refên YPJ û YBŞ'ê dikin. Birastî jinên Şengalê êşek mezin jiyan kirin û li hember wan êşan bi vîna xwe bi hêz disekinin."
Jin amadekariya konferansê dikin
Hewlêr bilêv kir ku jinên Şengalê pirojeyên xwe pêşdixin, bernama wan ya sereke jî perwredeye û wiha dom kir: "Jin ji bo saziyên di demên pêş de bên vekirin amadekariyan dikin û xebatên xwe bi her awayî pêş de dibin. Her wiha ji bo lidarxistina konferansa jinan jî amadekariyan dikin. Dê di konferansê de projeyên jinan zêdetir bên berfireh kirin. Serkeftina gelê Şengalê bi serkeftina jinên şengalê re gengaze. Hemû pirsgirêkên heyî bi pêşîvekirina vîna jinan dikarin bên çareserkirin."
(zt)