Li quntara Çiyayê Cudî 1'emîn Festîfala Jinên Ciwan despêkir

12:53

JINHA

ŞIRNEX - Li quntara Çiyayê Cudî 1'emîn Festîfala Jinên Ciwan ya Ş. Evrim Andok despêkir. Li qada festîfalê rengê jinan û xwezayê gihiştin hev û domenên bedew dixwiyê.

1'emîn Fetivala Jinên Ciwan a Ş. Evrim Andok li quntara Çiyayê Cudî despêkir. Festîfala ku li gundê Şaxê yê ber bi quntara Çiyayê Cudî despêkir de rengê jinan tevlî rengê xwezayê bûye û dîmenên gelek bede derdikeve. Ji navendên weke Şırnexê, Nisêbin, Sêrt, Colemêrg, Êlih û gelek deverên dinê jin gihêştin qada festivalê û des bi govendê kirin. Li qada festîfalê panqartên weke 'Em av û axa xwe komîn bikin, jiyana demokratîk û azad avabikin" li gel posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Evrim Andok (Aziza Bayram) û gelek jinê di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine vekirin. Hêjayê gotinê ye ku di rê de gelek tedbîrên ewlekariyê hatibûn stendin. Ruyê jinan bi vebûna ruyê buharê re dikene. Qada festîfalê bi xemlek bedew hembêza xwe ji jinan re vekiriye. Jinên ciwan diyar kirin ku ew bi germahaya baharê tevlî festîvalê bûne û dê bi germahiya festîfalê jî di her qadên jiyanê de tekoşînê bilind bikin.

'Emê bi kelecana festîfalê tekoşînê bilind bikin'

jina Ciwan Pakize Nayir ya ji Slopiya yê tevlî Festîvalê bûye diyar kir ku ev roj ji bo wan rojek dîrokiye û wiha got: "Em bi vê rojê gelek kêfxweşin. Em bi rengê biharê vê rojê pêşwazî dikin û diyarî Serokê xwe dikin.” Pakize da zanîn ku ewê bi kelecana festîfalê beşdarî xebatên hilbijartinê jî bibin, tekoşînê bilind bikin û wiha dewam kir: "Dijminê me pir xedara lê em tu car gavê paşde navêjin. Em wek ciwanên Botanê tu car serê xwe danaynin. Wek jin me bi saya Rêberê xwe xwe nas kiriye. Emê tekoşîna xwe bilind bikin û tu car dev ji doza xwe bernedin.”

(ma/zt)