Asya Abdullah: Mînaka herî bedew ya berxwedana netewî bi hatina her 4 aliyan li Kobanê bûye
15:27
JINHA
AMED - Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah diyar kir ku mînaka herî mezin ya dîroka ji qirkirinan dagirtî û bi êş ya kurdan Kobanê ye û got: "Yekbûna herî mezin ciwanên kurd yên ji her 4 aliyên Kurdistanê li Kobanê bi berxwedan û xwîna xwe dan avakirin. Werin em bi hev re li vê kevneşopiya berxwedanê xwedî derkevin, bi pratîka xwe avakirinê nîşanî hemû cîhanê bidin."
Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya ku dê li Amedê bi duruşma "Jinûve avakirina Kobanê li nirxên mirovahiyê xwedîderketin' 2 rojan berdewam bike bi axaftinan berdewam dike. Di konferansa ku bi tevlîbûna nûnerên ji Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava despêkirî derketina Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah ya kurdî bi deqan çepik hatin lêxistin. Bi navê YPG/YPJ beşdarvan silavkir û got: "Bi berxwedana şoreşgerên Kobanê ya ku destanên qehermaniyên nîşandane we silav dikim. Min silavên germ yên şoreşgerên li ber xwe didin ji bo we anîne."
'Mînaka yekgirtinê ciwanên me li Kobanê nîşandan'
Asya anî ziman ku konferans ji bo gelê kurd di asta konferansa neteweyî de ye û yekemîn konferansa neteweyî ji bo bajarê Kobanê pêk tê. Asya anî ziman ku di dîroka gelê kurd de gelek komkujî, enfal, Helepçe çêbûn gelek bajarên kurdan hatin xirabkirin lê cara yekemîn e ji bo bajarekî xwe ji çar aliyên Kurdistanê delegasyon hatine cem hev û wiha got: "Di konferansê de em dê çawa bajarê xwe ava bikin û jiyana gelê xwe ava bikin nîqaş bikin. Ev yêk jî encama berxwedana Kobanê û encama destkeftiya yêkîtiyê ye. Kombûna me encama vê yêkê ye. Kobanê bi berxwedana xwe pêşengiya neteweya kurd kir. Di berxwedana Kobanê de ji her çar aliyê Kurdistanê ciwanan cih girt û şehîd ketin. Yekîtiya herî mezin şehîdên Kobanê ava kir. Bi berxwedana Kobanê li ser sînor gelê kurd nobet girt û çavên wan li Kobanê bûn û berxwedana Kobanê jiyîn. Ji her çar aliyên Kurdistanê meş û serhildan ji bo kobanê çêbûn. Di encama vê yêkîtî berxwedanê de di aliyê siyasî û dîplomasî de jî bala cîhanê kişand ser xwe. Ev yêk ji bo gelê kurd destkeftiyekî gelek mezin bû."
Berxwedana Kobanê ji bo mirovahiyê û hêzên navneteweyî peyamekî gelek girîng bû. Li vir dê encamekî dîrok derbikeve holê. Mijarên di ev konferans de bi pêşniyar û ramanên hevbeş ên ji bo Kobanê derbikevin holê. Ev konferans di aliyê siyasî û dîplomasî de ji bo hemû hêzan gelek girîng e. Di serî de pergala Rojava pergala kantonanan e. Ev berxwedanekî ji bo mirovahiyê ye. îro ev giştiye astekî her bilind. Ji bo zirara li ser rojava rabe, derî bên vekirin, ji bo ku siyaseta li ser deriyan tê meşandin rabe, siyaseta çareseriya Suriyeyeke demokratîk divê derî neyên girtin. Divê hemû hêzên siyasî û navneteweyî bikevin nave hewildanan da ku zirara li rojava pêk hatî rabikin. Ji bo Kobanê divê deriyê sivîl ên ku 24 seat vekirî hebe û çi ji Koban re pîvîst be biçe. Konferans erekî girîng dide pêşiya me. Ji bo înşayê piştgiriya heya niha çêbû piştgiriyekî girîng e. Ji ber ku ev konferans konferansekî neteweyî ye divê hemû kurd keda xwe nîşan bide û em biryarên hevbeş bigirin. Divê kampanyayek bê destpêkirin. Konferansekî navneteweyî dê li Ewropayê jî bê lidarxistin. Ji bo berxwedana Kobanê bibe malê tevahî kurd û malê navneteweyî divê beşekî Kobanê bibe muze. Divê em hesabên siyasî yên biçûk nekirin. Divê hesabên me berî hizî û berjevendiyên teng neteweyî bin. Em hemû neteweyî ne pişt re em bûn hîzb. Erkên me hemûyan ji bo neteweyîbûnê hene û erke me jî ev e. Ji bo azadiya vî gelî û parastina jiyana civakê em tevbigerin. Em hemû kes dikarin ji bo avakirina Kobanê erkên xwe bi cih bînin. Baweriya me heye ev deleagsayon dê piştgiriyekî mezin pêk bîne."
'Berxwedana Kobanê nîşanda ku kurd aktorê sereke yê Rojhilata Navîne'
Endamê KNK'ê Refîk Gafur jî diyar kir ku şerê pêk hatî bi xwe re hilweşandinekî gelek mezin çêkir. Gafur anî ziman ku divê mirov pirsên çima Kobanê? bipirse û wiha got: "Berxwedana Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin. Ev yêk jî bû sedema DAIŞ hêz xwe winda bike. Kobanê gelê kurd rakir serpiyan. Hemû cîhanê dît ku piştî Musil, Şengal û herêmên din Kobanê ye. Tu hêzan xwe li ber çeteyan negirt lê li Kobanê wisa nebû. Êdî aktorê Rojhilata Navîn kurd in. Berxwedana Kobanê ev yêk isbat kir. Kurdistan bûye du serdem. Yêk berî Kobanê yêk jî piştî Kobanê. Divê gelê kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Ev konferans konferansekî neteweyî ye."
'Yekbûna me kurdan tiştek exlaqiye'
Parlementerê Başûr Elî Xalo jî serkeftin ji konferansê xwe û wiha got: "Kurdistan îro di rojên gelek girîng re derbas dibin. Heke kurd yeke bin û rêxistiniya xwe ava bikin dê ber bi serkeftinê ve biçin. Lê heke kurd yekîtiya xwe pêk neynin û ji hev veqetin û alîkariya hev nekirin dê weke berê têk biçin û azad nebin. Em komkujiyên enfalê dîtin û gelek kesan digot êdî dawîbûna kurdan hat. Em komkujiya Şengalê dît. Em dorpêça Kobanê dît. Li Kobanê qedera kurdan hat diyarkirin. Berê digotin ev qedera kurdan e. Lê piştî berxwenda Kobanê evyêk guherî. Hêzên piştî çeteyên DAIŞ'ê Kurdistan kirin qada şerekî gelek dijwar. Kobanê numineyekî mezin e. Bû mînak êdî. Kurd dê birayra xwe bidin. Li bajarî jî şerekî mezin çêbû. Li başûr jî şerekî mezin çêbû û ligel vê yêkê dorpêça aborî ya hikûmeta navendî pêk hat. Pêşmerge û gerîla li başûr şer kirin û erkê xwe yên neteweyî bi cih anîn. Pêşmerge li Kobanê jî heman tişt kir. Em kurd pişta hev bigirn tiştekî exlaqî ye. Ji bo avakirina Kobanê jî divê hemû kes ya ji destê wan tê bike û em dê alîkar bikin. Du biryarên girîng ji meclîsê herêmê derketin. Yêk piştgiriya kantonan bike bû. Ya duyemîn jî pêşmenger biçe aliyara birayên xwe yên Kobanê bû. Yekiyat kurdan yekemîn care li Kobanê pêk tê. Li Kobanê jinên kurd ên digotin neşên biryarê bidin, bi berxwedana nîşan dayîn ev nêrîn ji holê rakirin û xwe fida kirin û bû sembola berxwedana mirovaniyê. Hemû partiyên kurd dê êdî yekîtiya xwe mezin bikin. Divê hîzbên krud dest ji berjevediyên xwe ber bidin û li dora berjevendiyên neteweyî bên cem hev. Em dî rojên dîrokî re derbas dibin. Kurd nêzî serxwebûnê ne. Ev yêk jî ji yekîtiyê re derbas dibe. Em amadene ku alîkariya Kobanê bikin. Kobaniya we serbilê me bilind kir. Konferans ji hemû kurdan re pîroz be."
Piştî axaftinan sinevîzyona têkildarî Kobanê de hate temaşekirin. Dê piştî navbera sînevizyonê ji çapemeniyê re girtî despêbike û ser encamên siyasi û civakiyên berxwedana Kobanê bi xwe re aniyîn nirxandin bên kirin.
(zt)