Jinan li hember girtina RJAK'ê boykot dane despêkirin
14:49
JINHA
HEWLÊR - Aktîvîsta RJAK’ê Tara Qadir derbarê biryara daxistina RJAK’ê ji aliyê dadgeha Herêma Kurdistanê bi RojNews re axivî. Qadir dazanîn ku ev biryareke siyasî ne hiqûqî ye û diyarkir ku ewê li dijî vê biryarê helwesta xwe berdewam bikin û got: “Em daxwaz ji kesên azadîxwaz û demokratîk dikin ku li hemberî vê biryarê li gel me cih bigirin.”
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) ji sala 2014’an û vir ve li başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û xebatê jinan dimeşîne. Dadgeha bilind a hikûmeta herêma Kurdistanê di roja 10’ê Gulana 2015’an de biryara girtina wê da. RJAK di serî de bi navê Tevgera Jinên Azadîxwazên Kurdistan(TJAK)’ê dest bi xebatê kir. Di sala 2008’an de navê xwe guherand û di 2011’an de wek rêxsitinekî bi fermî ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hat naskirin. RJAK bi vî awayî bû rêxistinek fermî ji nav rêxistinên civaka sivîl li Iraq û başûrê Kurdistanê. Lê belê hêzên Asayîşa Hewlêrê di 19’ê Gulana 2014’an li bajarê Hewlêrê bi ser avahiya RJAK’ê ve girt, endamên rêxistinê girt, gef li wan xwar û dest danî ser amûrên di avahiya rêxsitinê de.
‘Emê biriyarê boykot bikin’
Li ser vê yekê nêzî salekî bû ku RJAK’ê bi rêyên hiqûqî doza rêxsitina xwe dişopand. Lê belê dadgehê di 10’ê Gulanê de biryara girtina RJAK’ê da. Aktîvîsta RJAK’ê Tara Qadir derbarê biryara dadgehê de bi ajansa me re axivî û diyarkir ku ev biryar ti warekî wê yê hiqûqî û rewa tineye. Tara destnîşan kir ku wan ji 2011’an ve li Herêma Kurdistanê bi fermî dest bi xebat kirine û ji hertim rastî zextan hatine û wiha berdewam kir: “Ger tu rêxsitinek jinan bî û ji bo daxwazên jinan tekoşîn bikî hem ji aliyê civakê ve hem jî ji aliyê pergalê ve rastî zext û zoriyan têyî. Me xwest ku hertim bibin dengê êşên jinan. Lê belê dadgeh dixwaze me bêdeng bike û li pêşiya xebatên me asteniyan derbixe. Emê wek rêxsitina jinan vê biryarê boykot bikin. Ji ber ku ev ne biryareke hiqûqî ye û bi temamî biryarek siyasî ye.”
‘Bi taybet di herêma Zer de xebatên me tê astengkirin’
Tara herwiha ragihand ku zagon û hiqûqa hikûmeta Herêma Kurdistanê di destê hinek partî û aliyan de ye û wiha got: “Me di 8’ê Adarê de xwest bi meşekî biçin Şengalê û êşên jinên Êzdî parve bikin. Me xwest wê rojê bi wan re pîroz bikin. Lê belê Asayîşa PDK’ê pêşî li me girt û nehişt em derbasî Şengalê bibin. Dixwazin pêşeiya kesên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin, bigrin. Bi taybet li herêma Zer (Herêmên PDK)’ê dixwazin xebatên me asteng bikin. herêma Zer dixwaze li ser hemû herêmên Kurdistanê serwer be. Dixwazin dadgeh jî di bin destê wan de be. Ger herêma Zer biryarek bi vî rengî nede, dadgeh jî biryarek bi vî rengî nikare bide.”
‘Divê hemû kesên azadîxwaz li gel me cih bigrin’
Tara daxwaz ji kesên azadîxwaz û demokratîk kir ku vê biryarê şermezar bikin û wiha pêdeçû: “Ger îro vê yekê li hemberî me dikin wê sibê li dijî kesên din jî bikin. Divê dadgeh vê biryara xwe paşde vekişîne. Herwiha ji ber vê biryara neadil ji hemû jinan, civakê û bi taybet ji rêxistina me lêborînê bixwaze.”
(zt)