Ji bo jinên Şengalê ji nû ve tevlî jiyanê bibin ji bo wan mala hilberînê hat avakirin

10:27

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Jin û zarokên Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane xwe rizgarkirine li konbajarê ji bo wan li Amedê hatî amadekirin de dijîn. Ji bo kêmkirina bandora travmayên jiyan kirî jinên KJA yê ketin nava tevgerê. Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Ekin Ceren Şukran Mizrak diyar kir ku di konbajaran de jin bi tenê di konê xwe de dimîne ev jî ser deruniya wan nerênî bandor dike û got: "Ji bo şikandina vê bêdengiyê em ketin nava tevgerê. Dema ku jin ketin nava hilberînê zêdetir jiyana wan bi şanazî derbasdibe. Jinên Şengaliyên ku di hemû mekanîzmayên biriyardayînê de cîh digirin ji ber ku hilberînê dikin gelek razîne."

Jinên Êzidiyên ku di tebaxa sala derbasbûyî de çeteyên DAIŞ'ê bi honvane êrîşî ser wan kirîn û bi gelek îskenceyên giran karîne xwe rizgar bikin hîna tiravmayên giran ser xwe ne avêtin. Bi hezaran Êzidiyên ku li konbajarê Fidanligê yê Yenişehîra Amedê dimînin hîna di şoqa bûyerên bi serê wan hatine de nin. Ji bo ku kêm jî be hinek wan ji nava wê rewşê derxînin şaredarî ketine nava liv û tevgerê, li gel şaredariyan jî jinên KJA yê ji bo tespîtkirina pirsgirêkên wan û hewla çareseriyê bi mehanin di nava xebatan denin. Li Mala Jinan ya 2 qat li konbajar ji bo jinan hatî amadekirin ji zarok re perwerda wêne tê dayîn ji bo jinan jî atolyeyên dirunê, boyekirinê, çêkirina çanta û taqiyan tên dayîn. Ji bo jinên Şengalî ji rewşa heyî hinek dur kevin kêm jî be ji bo wan atolyayên girêdayî karê ew dikarin têde bixebitin tên dayîn.

Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan Ekin Ceren Şukran Mizrak di derbarê xebatên ku wan ji bo jinên Şengalê dane despêkirin de wiha axivî: "Ev 9 mehe em di konbajar de xebatan dimeşînin. Dema ku Şengalî nû hatin zêdetir xwe dikişan nava xwe. Wê demê evqas kon nebûn û konbajar ev qas mezin nebûyîbû. Bi zêdebûna konan re tinêbûna jinan ya nava konan de zêdebû. Ji bo ku em jinan ji nava wê bêdengî û tenêbûna ser giyana wan bandor dike derxînin me pêdivî bi vekirina Mala Jinan dît."

'Dema ku eleqeya jinan zêdebû bertekên mêran jî zêdebû'

Şukran da zanîn ku despêkê wan li konbajar ji bo jinan kon vekir û dema teleb zêdebû wan Mala Jinan vekir û wiha domand: "Li kampê ji bo jinan navend nebû. Em fikirîn vekirina navendek wiha dê xêdetir jin karin xwe têde îfade bikin. Ji xwe wiha jî bû, di nava demek kin de êdî cihê jinan di kon de nema. Jinan eleqeyek mezin nîşan dan. Dema ku mêran ev eleqe dît xwestin em kon bigirin, dema ku me negirt dihatin jin û zarokên xwe ji bo kon dibirin."

'Me xwest bi atolyeyên dirunê serê jinan hinek belav bikin'

Şukran anî ziman ku mêr ji hatina jinan ya bahev ne rehet dibin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku pêşiya jinan neyê girtin em kon bi kon geriyan û me armancên xwe ji wan re vegotin. Di nava van hevdîtinan de hem me wan naskir û hem jî wan em naskirin. Cardin bi dayîna ewlehiyê di anîna bahev ya jinan de em bi ser ketin. Dema ku me ev serkeftinên jinan keşifkirin em ji wan re got 'em mekînê bînin ji bo ew hun dixwazin dirunê bikin' wan jî gotin 'Belê emê dirunê bikin, ji xwe em dirunê dizanin û herî kêm dê karek yê em bikin hebe.' Ser vê me mekînên dirunê anîn û atolyeyên dirunê dan despêkirin. Dema ku xebatên me mezin bûn me Mala Jinan vekir. Niha jî jin li gorî daxwaza xwe kincan di dirun û li xwe dikin. Dema ku çawan dixwazin wiha li xwe dikin ser deruniya wan jî banorên erênî dikin."

'Şengalî di hemû mekanîzmayên biriyardayînê de cîh digirin'

Şukran bilêv kir ku li kampê rêveberî heye, di nava rêveberiyê de piranî jinên Şengalî hene û wiha dom kir: "Di rêveberiya me de 10 jinên Şengalî û 4 jî jinên KJA yê cîh digire. Di nava hemû mekanîzmayên biriyardariyê de jinên Şengalî cîh digirin. Tiştên di atolyayê de tên amadekirin tên firotin dahata wan jî ji bo jin û zarokên kampê tê dabînkirin."

(zt)