‘Di dibistanên Kurdistanê de şidet zêde ye’
18:43
JINHA
ŞIRNAX – 9'emin Mîhrîcana Çand û Ziman bi panala “Ziman û Perwerde” dewam kir. Hevseroka Kurdî-Dera Cizîrê Ruşen Demîr diyar kir ku di perwerdeya ku li Kurdistanê tê dayîn de ji ber ne bi zimanê dayikê ye hem şideta fîzikî him jî ya derunî tê de zêde ye.
9'emin Mihricana Çand û Ziman a Cizîrê iro jî bi panelan berdewame. Di mîhrîcana ku bi wesîla Cejna Zimanê Kurdî tê li dar xistin de bi mijara “Ziman û perwerdehî” panel hat li darxistin. Civaknas Ayfer Olmez wek moderotor, Hevseroka Kurdî-Derê Ruşen Demir, Hevserokê Akademîya Ahmedê Xanê Abdurahaman Bakir û Zimanzan û Nivîskar Heyder Diljen wek panelist tevlî panelê bûn. Di panêlê de mijarên giringiya perwerdehiya zimanê dayikê, zimanek û perwerdehiyek çawa hatin nîqaş kirin.
‘Divê kurd pergala perwerdehiya xwe ji nû ve ava bikin’
Mafê axaftinê pêşî Heyder Diljen girt. Hayder di despêkê de tarîfa zimanê dayikê kir û diyar kir ku dema ku kesek ji dayik dibe zimanê yekem tê axaftin zimanê dayikê ye. Heyder balkişand ser lêkolînê diderbarê ziman de hatine kirin û wiha axivî: “Hemu lêkolînên hatine kirin nîşan didin ku zarokek eger bi zimanê dayikê perwerde bibîne baştir hîn dibe. Disa ew kesê ku zimanê dayikê baş bizanime li gorî lêkolîna him bi nasnama xwe serbilindin him jî li hember nasnameyê din jî bi famkirin nêzîk dibin.” Heyder li ser zimanê nivîskî jî sekinî û diyar kir ku îro zimanê nivîskî a kurdî gihêştiye astekê û wiha pêde çu: "Zimanê kurdî êdî gihêştiye astekî ev yek bi xwe çêne bû. Celalet Bediran Hewara Botanê derxist û di şertê sirgunê de jî folklora Kurdî amade kir van xebatan bingeha zimanê Kurdî ya nivîskî danîn.” Heyder balkişand ser pergala perwerdehiyê û xwest ku pergala perwerdehiya Tirkiyê neyê reformekirin û kurd pergalake nû ava bikin.
‘Zarokê ku bi zimanê dayikê perwerde dibînin bi ser dikevin’
Piştî Heyder, Ruşen Demir mafê axaftinê girt. Ruşen di despêkê de ji fîlmê “İki Dil Bir Bavul” dîmen nişanî beşdervanan da û balkişand ser şerê zaman ê di nava mamoste û xwendekaran de tê jîyîn. Ruşen got ku ew jî mamostetiya dibistanên Tirkiyê dike û wiha got: “Zarokê ku em perde didin wan heta estekî hînî xwendinê dibin lê ji vir pêde pêş de naçin ji ber ku zimanê perwerdehiyê ne zimanê wan e lêkolînê ser ziman nişan didin ku kesê ku bi zimanê dayikê perwerde dibîne ji sedî not serkeftîtir e." Ruşen daxuya kirin ku li dibistanê Kurdistanê him şideta fîzîkî him jî a sembolîk zêde ye.
‘Bi saya dayik û erdnigariya Kurdîstanê zimanê kurdî hatiye parastin’
Di dawiyê de Abdurahman Bakir axivî û diyar kir ku îro zimanê kurdî bi saya dayikên kurd û erdinigariya Kurdistanê hatiye vê astê û wiha got: "Jin û erdinigarî her tim bûne parastina ziman. Ji ber ku erdînigariya kurdistanê çiya ye pergalê xwe ne gihandiye kurdan û zimanê wan wek xwe ma ye. Evdirhman bi lêv kir ku çareserî Neterwa Demokratîk e û wiha got: "Her kes kare di pergalê de bi hemu rengê xwe perwerde bibîne. Di vê perwerdehiyê de cudahî hev du temam dikin ji bo hev ne astengin.”
Piştî axaftina panelîstan beşdarvanan pirs pirsî û panelistan bersivan.
(ma/zt)