RJAK: Heger biriyara dadgehê neyê çareserkirin emê dest bi çalakiyan bikin
10:43
Newroz Dijwar/JINHA
SİLÊMANÎ - Bertekên li hember helwesta hikumeta Federala Kurdistanê ya girtina Tevgera Jinên Azadên Kurdistan (RJAK) ê zêde dibin. Aktîvîstên RJAK'ê gotin: "Li her deverên cîhanê ji bo saziyên jinan alîkarî tên kirin û ji bo jin di nava saziyan de cîh bigirin tên teşfîk kirin lê li Başurê Kurdistanê xebatên jinan tên asteng kirin. Ev biriyara dadgehê ne demokratîke biriyarek siyasiye. Niha doz li temizê ye. Dema ku ji temîzê jî biriyarek wiha derkeve emê dest ji xebatên xwe bernedin. Emê dest bi çalakiyên girteva birçîbûnê, xwepêşandanan lidarbixin, dema ku encam negire emê bi xebatên navnetewî doza mafê xwe bikin."
RJAK ji sala 2004'an heya niha li Başurê Kurdistanê xebatan dimeşîne, Dadgeha Herêmî di 10'ê Gulanê de biriyara girtina wê daye. Komela Jinan ya despêkê bi navê Tevgera Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (TEJAK) û niha bi RJAK'ê berdewam dike di sala 2008'an de ji aliyê hikumeta Fermiya Îraqê ve destura fermî ji bo faliyetên wê hatiye dayîn. Di sala 2013'an de Mudurê Civaka Sivîl yê Hikumeta Herêma Federala Kurdistanê destura berdewamkirina RJAK'ê da. Lê di sala 2014'an de hêzên asayîşê ser Navena RJAK'ê ya Hewlêrê de girtin, hemû tiştên wan desteser kirin, endamên wan girtin binçavan û navend girtin. Ji wê demê heya niha ji aliyê Dadgeha Herêmî ve biriyara girtinê hebû ew biriyar di 10'ê Gulanê de hat aşkerekirin. Ji dema ku biriyar hatî dayîn heya niha aktîvîstên RJAK'ê di çalakiyan denin.
'Astengiyên ser xebatên jinan'
Aktîvîstên RJAK'ê biriyara girtina rêxistina xwe û dê ji niha û şun de çî bikin ji JINHA yê re vegotin. Endama Rêveberiya RJAK'ê Şehen Mihemed Hesen Îsmail diyar kir ku rêxistina wan bi rengê jinê hatiye avakirin û wiha got: "Ji despêka avakirina xwe heya niha RJAK hem li Başurê Kurdistanê û hem jî li tevahiya Îraqê xebatên jinan dimeşîne. Ji sala 2014'an heya niha li Başurê Kurdistanê pirsgirêk tên jiyîn. Ev pirsgirêkane weke şerê abiriya civakiye herî zêde jin ji van pirsgirêkan bandor dibin. RJAK ji bo derbasbûna van pirsgirêkan çalakiyan dike. Biriyara dadgehê ya ser RJAK'ê ne demokratîke. Hemû karê RJAK'ê fermiye. Heya niha em ji bo jinan û civakê xebitîne. Li hemû deverên cîhanê alîkariya saziyên jinan tên kirin û tevlîbûna jinan ya nava saziyan tê teşfîk kirin lê li Başurê Kurdistanê xebatên jinan tên asteng kirin. Biriyara dadhegê ne demokratîke siyasiye."
'Hişmendiya azadiya jinan naxwaze vê biriyarê girtiye'
Şehen destnîşan kir ku di her deverên civakê de jin rastî şidetê tên û wiha domand: "Jin li her deverên civakê rastî şidetê tên. Di nava siyasetê de ne bê alîne, bi vîna xwe nikarin biriyar bidin. Hişmendiyek wiha li pêşiya pêşketina jinan dibe asteng. Armanca me weke rêxistin çareserkirina pirsgirêkên jinane û di her qadên civakê de wekhev jiyankirin û ji bo jinan navendên jiyanê avakirine. Em ji bo wê tekoşînê dikin. Lê mixabin naxwazin jin bi vîna xwe bijîn. Bi vîna xwe jiyan kirina jinan weke pirsgirêkê dibînin. Hişmendiyek wiha hewildide rêxistina me bide girtin. Dema ku ev biriyar ji temîzê jî wiha derkeve emê navberê nedin xebatên xwe. Emê li hember helwesta wan tekoşînê bilind bikin. Emê çalakiyên weke gireva birçîbûnê û xwepêşandanan derxînin. Dema ku encam negire emê tekoşîna xwe bi her awayî heya dawiyê berdewam bike."
'Li cihê dawîanîna şidetê biriyara girtina rêxistina jinan digirin'
Endamek dinê ya Rêveberiya RJAK'ê Jîno Heme Reşid jî biriyara dadgehê şermezar kir û got: "Mixabin li cihê pêşî li şideta ser jinan bigirin, hewldidin rêxistina jinan bigirin. Heya niha me di xebatên xwe de ji bo rêxistinkirina jinan di her qadên jiyanê de çalakî kirine. Heya niha me ti çalakiyên ne fermî nekirine. Heya niha ti çalakiyên me yên di civakê de tirsê çêke yan jî nirxên netewî bandor bike çênebûne. Teqez biriyara wan siyasiye. Ev helwestek li hember vîna jinane. Diyare naxwazin jin di nava hemû qadên jiyanê de hebin û xwedî mafê gotinê bin. Ji ber wê biriyarek wiha li hember RJAK'ê girtine."
'Ji hişmendîbûna jinan ditirsin'
Jîno destnîşan kir ku li Başurê Kurdistanê jin pêşengiyê dikin ji ber wê jî pergala deshilatiya mêran ji hêza jinan ditirsin û wiha domand: "Li vêderê baş tê zanîn ku pergal ji hêza jinan ditirse. Ji hişmendîbûna jinan û şiyarbûna wan ditirsin. Ew di ferqêdenin ku jin çiqas bi hêz bûne. Em dixwazin jinan di hemû qadên civakî di bikin xwedî hêz bi tayîbetî jî di aliyê siyasî de bibin xwedî vîn, ya herî pergal jê ditirse jî eve. Heya niha me qet çalakiyên ne fermî nekirine û li hember ti partiyên siyasî jî helwestên me çênebûne. Em rêxistina jinan a herî çalakin di Başurê Kurdistanê de. Naxwazin rêxistinên jinan yên dinê jî bihêz bibin. Dema ku ev biriyara li hember RJAK'ê neyê guhertin emê çalakiyên xwe di qada navnetewî de berdewam bikin. Emê Rêxistian Mafê Mirovan a Navnetewî hayîdar bikin. Emê qet navberê nedin xebatên xwe. Li ku şideta ser jinan heye; emê li wê bin. Emê perwerdeyên xwe yên hişmendî kirina jinan bidomînin."
Endamek dinê ya Rêveberiya Rêxistina RJAK'ê Bêrîvan Mihemed jî anî ziman ku biriyara girtina rêxistina wan li hember jinên Başurê Kurdistanê helwestek tundrawe û wiha berdwam kir: "Di temenê 24 salan yê hikumetê de her diçe tindiya ser jinan zêde dibe. Hişmendiya li her deverên civakî û siyasî pêşiya jinan digirine îro jî RJAK'ê digirin. Ev biriyar di kesayeta RJAK'ê de biriyarek tundrew ya li hember hemû jinên Başurê Kurdistanê hatî girtine. Li aliyên dinê yên Kurdistanê tayîbetî jî li Rojava û Bakur jinan deskeftiyên mezin bi dest xwe xistine. Hişmendiya ku naxwazin jin wan deskeftiyan li vêderê bi des xwe xin û tehmul ji pêşketina jinan re nîne RJAK'ê digire. Ji pêşengiya RJAK'ê ditirsin. Biriyara wan ne demokratîke û biriyara hişmendiya mêrane."
'Yên azadiyê dixwazin tên cezakirin'
Bêrîvan balkişand ser rewşa kesên li herêmê mafê mirovan diparêzin û da zanîn ku ew jî rastî heman biriyarên tindraw tên û wiha dom kir: "Li herêmê kesên parêzvanên mafê mirovanin jî rastî hemban biriyarên ji bo RJAK'ê girtine tên. Girtina RJAK'ê di Başurê Kurdistanê de biriyarek li hember hemû kesên azadî xwaz û ji bo marê mirovan dixebitine. Em vê wiha dinirxînin. Di çalakiyek me ya 8'ê Adarê de em weke RJAK rastî êrîşa hêzên asayîşê hatin. Yên êrîşkirin û niha biriyar girtin heman kesin. Dema ku pêşketina RJAK'ê dîtin bêyî ti hincetan nîşanbidin biriyara girtinê danîn pêşiya me."
(zt)