Zarife Karasungur: Di kesayeta wî de ji şer zêdetir aştî hebû

09:23

Ceren Karlıdağ/ JINHA

İZMİR - Xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Mehmet Karasungur Zarife Karasungur diyar kir ku di kesayeta birayê wê de ji şer zêdetir aştî hebû û got: "Ew hem ji bo min bû rêber, hem dayîk, hem bav û hem jî di welatê biyaniyê de bû zimanê min."

Yek ji pêşengên PKK'ê Mehmet Karasungur di dala 1947'an de li Çewligê hatiye dinê. Despêkê Mehmet Karasungur dibiniya Komela Yekgirtina Mamostayên Tirkiyê (TOB-DER) ê de xwe rêxistin dike. Mehmet Karasungur yê ku yek ji ferandarê PKK'ê yên despêkê ye dema ku li Başurê Kurdistanê ji bo sekinandina şerê nava hêzan de bide rawestandin dikeve nava hewildanan di nava şerekê de jiyana xwe ji dest dide. Zarîfe Karasungur piştî 32 salan birayê wê jiyana xwe ji dest dayî bîranînên wî bi me re par kir û wiha got: "Ew xwediyê kesayetek pir cudabû. Kesayeta wî ji şer zêdetir aştîxwazbû."

'Pir pirtûk dixwend'

Zarife wiha axivî: "Ji bo ku ez Mehmet Karasungur bînim ziman despêkê divê ez biçim 10 saliya xwe. Ew dem pir baş tê bîran min. Mehmet pir pirtûk dixwend û pir guhdarî radioyê dikir." Zarife da zanîn ku dema ew 10 salî bû piştî erdheja Çewligê ew û birayê xwe çune navçeya Şebinkarahisar a Giresunê. Zarife destnîşan kir ku wê demê wê tirkî nedizanî û jinbira wê jî kurdî ne dizanî di malê de birayê wê navbeyînkariya wan dikir. Zarîfe anî ziman ku piştî wê demê birayê wê Mehmet karasungur hem ji bo wê bûye rêber, hem dayîk, hem bav û hem jî li welatê biyaniyê bûye zimanê wê û wiha domand: "Ji ber wê jî ez gelek girêdayî wê bûm."

'Mehmet kesayetek ya nedihat dîtinbû'

Zarife bilêv kir ku piştî di 6'ê Gulana sala 1972'an de Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan darvekirin Mehmet karasungur girtin û wiha berdewam kir: "Dema ku ji binçavan derket gelek bêhalbû. Ser wî gumlegek hebû, ew jî ji hev parekirîbû. Li gund her kes li benda hatina wî bûn. Herkesê digotin 'Mehmet bê em li gel wî runin sehbet bikin.' Dema ku hat gund mîna cejnê bû. Heta di gund de yên nexweşên wan heyî jî ji bo çî bikin bi Mehmet dişêwirîn. Dermanê hemû derdan li gel birayê min peyîda dibû. Dema ku em ji ber erdhejê çun Şebinkarahisarê, em bi trenê çun. Ji bo tişt guhastinê me kirêcî girtibû, lê cardin birayê min hemû tişt bi xwe dikir. Wê demê yê ku weke kirêcî tiştên me diguhast xwe hêrs kir got: 'Heger tu dê bi xwe bixebitê çima te pere daye min.' Lê wî ji karê hevpar û bi hev re karkirinê hez dikir. Ne dixwest her tişt bi kirêcî bide kirin."

'Emê nefret nekin qazanc bikin'

Zarife derbirî ku weke gelek şoreşgeran di dema Rojnama Aydinlik de şikayêta Mehmet Karasungur jî hat kirin û wiha dom kir: "Ji nivîskarê wê yek jê hevalê mebû. Her mijara ku wî mêrikî vedikir min digot: 'Ez ji wî nefret dikim.' Birayê min jî li ser vê digot: 'Nefret neke, nefret li me nayê, emê nefret nekin qazanc bikin.'" Zarife anî ziman ku herî dawî dema ku mewzun bûye vegeriyaye Çewligê birayê xwe dîtiye û wiha domand: "Berprisê dewletê telefon kir û got: 'Yan tudê biçê Kirşehîrê yan jî tudê dest ji pîşeyê xwe berdê.' Ti ewraqên fermî bê destê me nebû. Min ji birayê xwe pirsî 'em çî bikin' birayê min got: 'Ev polîtîkaya hilweşandinêye, dê ji niha û şonde ser malbatê her berdewam bike, tu dixwazê here.' Ez çum min dest bi xebatê kir, herî dawî hevdîtina me bû ew."

Zarife herî dawî wiha got: "Min dikarî her tiştî di wî de bibînim. Dema ku ez hêrsdibûm, hestiyar dibûm yan jî wî dilê min dihêla ew rêberê min bû her demê. Dibe ku me wî pir zu winda kir. Ew her demê ji bo her kesê hêzekbû. Dema ku ez ji Îzmîrê vegeriyam gelek xwendekarên wî yên ku dema li ber destê wî dixwendin lênûs yan pênûs dayî wan hîna li gel wan dima habûn. Di kesayeta wî de ji şer zêdetir aştî hembû. Min Mehmet karasungur wiha naskir."

(zt)