Jinên Sûryanî qirkirina 100 sal berî niha pêkhatî vegotin

12:20

JINHA

ÎZMÎR - Li Atolya hevrûbun a Îzmîrê bi sernavê "Li Seyfoyê jiyana jin (Qirkirina Sûryaniyan)" hat vegotin. Seroka Baska Jinan ya Yekîtiya Demokratîk a Sûryaniyan Şamîran Îshak got: "Em wek jinên Sûryanî çiqas xwedî li gelê hatî stembar kirin û îstîsmar kirin bin ewqas emê bibin hêza aşîtiyê."

Jinên Sûryanî bi armanca hevrûbûnê li Navenda Çandê a Karakedî, li Atolya Hevrûbûn a Îzmîrê hatin ba hev û panêlek bi sernavê "Li Seyfoyê jiyana jin (Qirkirina Sûryanî)" hat li darxistin. Bi tevlîbûna Seroka Baska Jinan a Yekîtiya Demokratîk a Sûryaniyan Şamîran Îshak û gelek kes panêl hat despêkirin. Şamîran Îshak despêk agahî derbarê dîroka Sûmeran heya Asûr û Sûryaniyan ravekir û piştre wiha dom kir: "Qirkirina ku pêkhatî û jinên Sûryanî bi were parkirin bi qasî ku min kêfxweş dike ewqas jî xemgîn dike."

Dîrok hat vegotin

Şamîran da zanîn ku, li Mezopotamya yê bi keda jin civak hat avakirin û kes nikarê vê rastiyê ji ne dîtive bê, lê piştî ku pergala desthilatdar xwe bi rêxistin kir dest danî ser hebûnê ku jin afirandiye. Her wiha Şamîran behsa rola jin ya di şaristaniya Sûmeran de jî kir û diyar kir ku di avabûna şaristaniyê de rolek girîng a jênê pêkhatiye. Şamîran wiha got: "Di dîroka Sûmeran de jin buye çavkaniya avabûna civakê. Lê di Şaristaniya Sûmeran de jin dibe du kategorî yek ji wan hîna azadiya xwe parastiye û ya din jî ji aliyê mêr ve hatiye kolekirin. Xwedawandên Sûmeran piranî ji mêran pêk dihat û jin ji rêvebirtiya civakê hêdî hêdî dihat durxistin. Lê di dema Şaristaniya Sûmeriyan de herî zêde mirov rastî şopên zaguna jina xwedawand tê. Ji ber ku jin wê demê de hêza xwe ya civakî winda nekiriye." Şamîran anî ziman ku, di sala 538 B.Z'ê de bi hilweşîna hûkûmdariya Babîl re gelê Asûr û Sûryanî jî rastî çanda biyanîbûnê hatin û êşê wê rewşê herî zêde jin jiyan kirine û Şamîran wiha dom kir: "Ji ber hovitiya çeteyên DAIŞ'ê rewşa jin a îro li Îraq û Sûryê tê jiyan kirin dişibihe wan demê derbasbûyi ya ku jinên Sûryanî jiyan kiriye. Ji ber vê yekê jina Sûryanî buye 6'e mîn qerna çîna stembar."



'Despêkê sivîlan çewan êrîşê jin bikin fêrkirin'

Şamîran diyar kir ku, di sala 1900'de bi hilweşîna Osmaniyan re, goristanê gelen hat kolan û Seyfoyê (Qirkirina Sûryanî) pêhat. Şamîran bi bîrxist ku bi polîtîkaya Pantûrkîzîmê û Alayên Sultan Abdûlhamût Hamîdî, qirkirin û koçberiya gelê Ermenî û Sûryaniya pêkanîn. Şamîran diyar kir ku, wan deman de despêkê sivîlan çewan êrîşê jinê Sûryanî û Ermenî bikin fêrkiribu û wiha domkir: "Bi êrîşa ser jin û ciwanan ve weke xenîmeta şer dihat dîtin. Ji ber vê yekê gelek jin hatine revandin û gelek jin ji wan ji bo ku nebin mûslûman xwe mehkûmê mirinê kirine. Di wan demê de li gundan jin pêşengtiya berxwedanê kiriye. Hem zexireya civakê temîn dikirin û hem jî paxiran dihelandin û ji hêza ku şerdikin re gule amede dikirin. Jinên Sûryanî gelek car ji bo parastina xwe li hember dijminê xwe şer jî kiriye."



'100 sal derbasbû lê hîna kêmbun ne hatî telafî kirin û lêborîn ne hatî xwestin'


Şamîran da zanîn ku ew qirkirina salên 1915 û 1918'de ya ku pêhatî ji bîrnekirine û wiha domkir: "Ligel ku 100 sal li ser qirkirinê boriye heya niha kêmbûn ne hatî telafî kirin û lêborîn ji gel ne hatî xwestin. Gelê Sûryanî koçber bûne û bi darê zorê hatine koçber kirin. Li Rojhilata Navîn hîna êrîş berdewame. Herî zêde gel û jin êşan dagirkeriyê hîsdikin. Siyaseta desthilatdar ji serdema antîk heya niha ne hêştî jina Sûryanî xwe bi rêxistin bike û rêve bibe. Kes hêvî nedikir jin xwe pêşbixin lê di 100 salên dawî de gelek mînakên berxwedanî hat jiyan kirin."

'Wek jinên Sûryanî emê aşîtiyê bînin herêmê'

Şamîran dawî da bi lêvkir ku pêwîste têkoşîna demokratîk bi hemleyek ve gelê Sûryanî bidin despêkirin û wiha pêde çû: "Ji bo ku jin astengiyên hatine dayîn ji holê rake têkoşînê dide. Civakek ku têde maf û zagonê jin neyê piştçavkirin em girîng dibînin. Em bi rêgeza Enternasyonalistbûnê ve dê têkoşîna xwe bidomînin û em wek jinên Sûryanî çiqas xwedî li gelê hatî stembar kirin û îstîsmar kirin derkevin, ewqas emê bibin hêza aşîtiyê."

(rc)