Armanç Sarya: Ji bo jinan û civakê tenê rêya rizgariyê Jineoloji ye

10:27

Hewlêr Şahin/JINHA

BEHDİNAN - Endama Komisyona PAJK'ê ya jineolojiyê Armanç Sarya di derbarê têgeha jineolojiyê de nirxandin kir û diyar kir ku jineolojî ji bo hemû jinan xala rizgariyêye.

Di navbera 11 û 15'ê gulanê de ji aliyê Kojisyona Jineolojiyê ya Partiya Jinên Azadên Kurdistanê (PAJK) ê ve 1'emîn Konferansa Jineolojiyê li Herêmên Parastina Medyayê bi têgîn û wateyek nû derê xwe ji hemû cîhanê re vekiriye.

- Ev demeke di herêma jineolojiyê de xebat tên meşandin. Ev 7 salin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jineolojî weke têgeh aniye rojevê. Niha jî jineolojî xwe dispêre çî û bi xwe çiye?

Rêbertiya me di derbarê jineolojiyê de nirxandinên berfireh kiriye. Jineolojî ji bo hemû jinan xalek ya rizgariyêye. Mirov dikare ji vêderê bigire û binirxînie. Têgehek xwediyê çarçoveyek firehe. Ser tayîbetiyên wê yên bingehîn dikare nirxandin bê kirin. Rêbertiya me jineolojiyê li hember pozîtîvîst, kaputalîst û zanînên civakiyên heyî weke alternatîfekê pêşkêş kiriye. Jineolojî têgehek gelek orjînale; jin û zanînê tîne ber hev. Ya ku zanîn avakiriye, pêşkêşiya wê kiriye û pêşkêşî civakê dike jine. Di rastiyê de avakarê zanînê jinin. Dema ku em dibêjin zanîn em tenê di aliyê teorîk de nagirin dest. Zanîn tiştek jiyaniye, gelek tişt di jiyanê de tê hînbûn. Hemû tecrubeyên jiyanê zanîne. Ya ku despêkê hindirê van dadigire jine. Deshilatiya mêran zanîn ji jinan dizîn. Êdî pergalê xwe li ser wê avakir û pêşde bir.

'Jineolojî tenê ne ji bo cinsekê hemû civakê digire nava xwe'

Jineolojî tenê cinsekê nagire nava xwe. Li gel me jin û jiyan hemane. Di kurdî de em dibêjin 'Jin Jiyan'. Ev tenê ne duruşmeyeke û gotinek normal jî nîne. Civak jinê bi awayê jin, jîn, jiyan dide nasîn. Civakê di jinê de jiyan û avakirina jiyanê dibîne. Em dibîjin jin zanîne, di heman demê de zanîna civakê ye jî. Gelo em dikarin jinê ji civakê qut bikin? Di roja me de ol, mîtolojî, felsefe, çand û huner hemû herêmên zanînê ji nedîtî ve li vê rastiyê dinêrin. Dema ku jin ji civakê bê qetandin ji xwe nîvê civakê tine dike. Ez vê tenê di aliyê jimarî de navêjim. Civak ji mirovan, mirov jî ji jin û mêran pêktê. Jineolojî ev hemû bi civakê dana nasîne. Civak û jinê her dem ev cewher parstiye û ji bo parastina wê li ber xwe daye. Pergalê jî her dem êrîş kiriye. Dema ku em li dîrokê dinêrin êrîşên herî mezin ser jinan hatine kirin. Ev rewş tenê em nikarin weke jiyana rojane bigirin dest. Pergal gelek polîtîke. Bi awayek zanabûn jinan aranc digirin. Li hember pergala kaputalîzmê hêza raweste jinin. Jineolojî jî rê û rêbazên vê pêşdixe. Dema ku em jineolojiyê digirin dest em bi van hemûyan re digirin dest. Têgiha wê gelek dagirtiye. Em hîna di merhela têgihandinê denin. Ew gavên me yên despêkê ne.

- Çima dîrok ji bo jineolojiyê giringe. Abdullah Ocalan qala 9 beşan dike. Ev 9 beş çin?

Dîroka rasteqîn jî beşek ji jineolojiyê ye. Hemû beşên zanînê yên ku girêdayî civakê ne di heman demê de girêdayî jineolojiyê ne jî. Dîrok, weke dîroka fermiya dewletan, xanedanan, împarator û deshilatiyê tê têgihiştin. Wiha weke bûyerek kironolojîk tê destgirtin. Girêdana dîrok û civakê derdixe holê. Em dîrokê çawan digirin dest? Dema ku beş berş be civakê îfade dike. Dîrok bi dibistanan re hatiye sînor kirin. Di dibistanan de jî di dîroka fermî de çî tê dîtin weke ku dîrok tenê ewe dibînin. Civakê ji demborî û dahatoya wê diqetîne. Civaka ku demboriya xwe nizane ji bo pêşerojê jî bernameyek baş nikare çêke. Duh û îro ji hev ne qetandiye. Tiştek pir felsefîk ji jiyanê ne qetandiye. Lê di roja me de em weke kironolojîk bûyeran digirîn dest. Ev kême û têrnake. Hem pirsgirêkên ku di vê herêmê de pêşdikevin rexnekirin û hem jî dê ev çawan bên derbaskirin jineolojî ser vê serê xwe di êşîne. Ya despêkê eve. Ya duyemîn jî jinê çî jiyane, civakî çî dijî? Bedewî û pîrozî çîne, yên hatine jiyîn kîjanin ev derxistina holêye. Rêbertiya me dibêje: 'Jinan hîna dîroka koletiyê ne nivisiye, dîroka azadiyê jî li benda nivîsinê ye?' Emê peyîder pê van avabikin û bêxin meryetê. Bi sed salane jiyana jinê heye, kesayeta jinê ya derketî holê heye. Rêbertiya me vê weke dîrokek 9 hezar salan û yên hatî jiyandin digire dest. Em jî weke 9 beşan digirin dest. Her beşek ji bo jinê tiştekê îfade dike. Ji xwe di broşurên nû de me têgiha jineolojiyê kiriye.

Beşên jineolojiyê

Beşa yekem çanda tanrîçeyan îfade dike. Tanrîçabûn tiştek sembolîk nîne, di Neolitik de tiştên jinê jiyan kirine, di despêkê de ev cîh digirin. Dibe ku wê demê ji jinan re tanrîça nedihat gotin. Lê tiştên û afirandin hemû ji bo civakêne û pîrozin. Civak û mêr jinê pîroz û pêşeng dibîne. Ji ber wê wiha hat pênase kirin. Ev îfadeya beşekêye. Mitolojî jî beşeke. Di vêderê de jî têginîek ya jinan heye. Di Mîtolojiyê de Lilit jina xirab dide nasîn û Hewa jî weke jina baş dide nîşandan. Ji ber Lilit rola xwe ya civakî nedaye destê mêr, ji ber wê Hewa çêdikin. Her wiha jinên di dîroka otorîter de cîh girtî û pêşengî kirîn hene. Navên weke Belkis û Semiramis hene, pir qala van nayê kirin. Dema ku qal tê kirin yan ser xweşikbûnê yan jî zayenditiyê tê qalkirin. Ser kesayetiya wan tiştek nayê gotin. Di ol de jinan çawan digirin dest ew jî beşek dine. Di Îslamyetê de Ayşe û Hatice hene. Di Xiristiyaniyê de jî yên derxistine pêş azîze û rahîbe hene. Di Yahudiyê de jin pir xirab tê destgirtin. Hemû xirabî û bê hoyîbûnê dikin malê jinê.

'Jineolojî dîrokê bi jinê şîrove dike'

Pêvajoya kaputalîzmê jî beşeke. Yên xirabiyê dikin weke dê civakê xirabikin tên têgihandin. Lê ya ku civakê xiradike kaputalîzim bi xwe ye. Bi hezaran jin şewitand û qetilkir. Dema ku lêkolînên feministan nebana ev tişt nedihat zanîn. Ev di dîroka Ewrupa de jî pir tê dîtin. Di pirtûk û filîman de çawan qaldikin û didin nîşandan ratî çawan hatiye jiyankirin û ji ber çî qetilkirine nayê zanîn. Pir razber, ji ratî û jiyanê dur nîşandidin. Dîrok gelek berevajî kirine. Aborî, polîtîka, sinc û dîroka felsefê heye. Lê di nava van de tenê mêr hene. Em dîrokê wiha dizanin. Em dîrokê bi qiralan, paşayan û qehremanên mêr re dizanin. Gelo em tenê dikarin bi vî şêweyî civakê bigirin dest? Di zanîna civakî de zêde etik pêşneketiye. Ev ji bo hemû beşên zanînê gengaze. Divê dîrok bû civak û jiyanê bê têgihandin. Di heman demê de dîrok roja meye. Em roja xwe ya îro ji dîrokê qut nagirin dest. Zanînên pozîtîf her tişt ji hev kirine. Jineolojî van hemûyan digihîne hev û dîrokê bi civakê şîrove dike. Di nava vê de hemû beşên civakê tên şîrove kirin. Dema ku jin çawan hatiye kolekirin derkeve holê de gelek tiştên dinê jî pêr ronî bibe. Ji ber wê jî ji bo jineolojiyê dîrok gelek giringe.

- Bi qasî em têgihiştine her tiştên girêdayî jiyanê dikeve qada jineolojiyê. Ekonomî û ekolojiyê çawan digire dest? Civak çawan ekonomi û ekolojiyê dire dest, jineolojî çawan digire dest?

Herêmên herî zêde pirsgirêk jiyan kirî ekonomî û ekolojîne. Di rastiyê de ekonomî karê jinêye. Di despêka civakbûnê de jî ekonomî bi destê jinê dihat pêşxistin. Pêdiviyên civakê çîne, dê ev çawan bên dabînkirin, pêdiviyên malbatê çîne, bersivek çawan ji bo van pirsan gengaze, dê malbat li ku bê jiyankirin, dê xwe çawan bi cîh bike ev hemû dikevin herêma ekonomiyê. Ekonomî jî tê wateya zagonên malbatê. Kî zagonên malbatê avadike? Jin avadike. Em malbatê tenê di çarçoveyek teng de nagirin dest. Di têgeha roja me de mêr, zarok û dayîk tê, ser hiyararşiyek wiha hatiye avakirin. Lê di civakê de ne wihaye, jin çî dike zarok jî wê dike. Di asta ekonomiyê de jî ev wiha derdikeve. Di roja me de ekonomî bi pere, kar û sermaye tê têgihiştin. Ev argomanên kaputalîzmêne. Ekonomî ewqas ketiye navendek teng ji kesê re rê nehêlaye. Di navê de tenê çînên kaputalîst hene. Hemû hilberînên aboriyê û keta tê dayîn ji bo deshilatî û dewletê ye. Jinan dixin rewşa mehtacbûna mêran. Di vê wateyê de ne tenê jinan civakê jî ji ekonomiyê diqetînin. Ekonomî bi keda jin û mêran dibe. Civak bi keda hevpar tê avakirin. Lê ev ked hatiye parçekirin.

'Jin ji qada ekonomiyê qetandine'

Di roja me ya îro de jin keda herî mezin di hindirê malê de didin; zarokekê neh mehan di zigê xwe de digerînin, mezin dike û heya mirinê berpirsiyariya wan digire ser xwe kedek bi vî awayî dide. Dema ku beranberiya kedê nebe weke ked nayê hesibandin. Dema ku beranberiya kedê nebe weke ked nayê hesibandin. Keda jinê ya di hindirê malê de weke ked nayê hesibandin. Dema ku keda jinê ya di hindirê malê de nebe ne mêr û ne jî civak nikare bijî. Di rastiyê de jin avakarê her tiştiye, lê di roja me ya îro de bedena wê tê firotin, weke meta tê dîtin, hest û her tiştên wê tên firotin. Ji bo jinan herênê kar venakin. Hinek kar hene weke karê jinan nayê dîtin, weke ji bo xwezaya wê nabe dinêrin. Ev hemû dewlet diyar ke. Dema ku ekonomî civakî dibe, hemû qural û qeyîdeyên ekonomiyê dewlet diyar dike. Bivî awayî ekonomiyê ji sincê derdixe. Ti hoyê ekonomiyê nemaye. Ji bo qazancê hemû rêyan mubah dibînin. Dema ku jin destê xwe ji ekonomiyê bikişe dê encam jî ev be.

'Jineolojî bi têgehek nû ya ekolojiyê tê'

Rastiyek din ya ziyan dîtî ekolojiye. Ji bo jineolojiyê ekolojî jî qadek giringe. Ji ber ya herî peyîwendiya bihêz li gel xwezayê dijî jine. Her tişt ji xwezayê hînbûye, ji hînbûna bedenê heya nirxandina biyolojiyê hemû ji xwezayê girtiye. Jin di dema regilê û ewlidînê de xwe nû dike, ev nûbûn di xwezayê de jî heye. Ji xwe mirov zindiyek ne ji xwezayê qetandiye. Tayîbetiyên xwezayê çîne yên mirovan jî hemanin. Lê ev bi demê re çawan hatiye guherîn, êdî mirov ser xwezayê serweriyê dike, belê derweriya despêkê jî ser jinê dikin, paşê jî ser xwezayê disepînin. Dema ku jin zarok tîne bedena wê xwezayiye. Lê jin û xweza anîne rewşa bêhêzbûnê û ser serwerî kirine. Em dikarin bêjin kaputalîzim merhela xwe ya dawiyê dijî. Şêniya mirovan zêde dibe, di herêmên ekonomî û sincê de pirsgirêk zêde dibin. Qadên jiyanê diqedînin. Nêzîkatiya deshilatiyê li jinê çiye li xwezayê jî hemane. Xezayê weke madeyekê dibîne û îşkal dike. Endustiryalîzim û teknolojî ewqas ser xwezayê xebitandine, nêzîkatiya wan ya li xwezayê jî wihaye. Divê girêdana ekonomî û ekolojiyê bi jin û civakê re ji nû ve bê destgirtin. Di aliyê teorîk de jî ev ji nû ve danîna holê ji bo jineolojiyê girtine. Em ticarî jin û xwezayê, civak û xwezayê ji hev qetandî nagirin dest. Di vê herêmê de komên cuda û civakên cuda yên weke feminist û ekolojîstan bi salnin di van herêman de xebitîne. Jineolojî nirx dide van hemûyan û tecrubeyên wan jî ji bo xwe dinirxîne. Ekonomî û ekolojî ji bo jineolojiyê du herêmên giringin.

(zt)