Li Erxenî yê bi jinan re hevdîtina pêk hat
17:15
JINHA
AMED - Li navçeya Erxenî bi pêşengtiya KJA'yê û bi tevlîbûna namzeta parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel bi jinan re şahî li dar xistin. Çaglar li vir axivî û da zanîn ku HDP, li hemû Kurdîstanê û li Tirkiyê dê temsîlyete jinê ava bike û jin dê bi rêxistinkirina xwe rêya azadiyê bigre.
Li navçeya Erxenî ya Amedê namzeta parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel bi pêşengtiya KJA'yê bi jinan re şahî li dar xistin. Şahî, li taxa Adnan Menderes komeleya welatiya azad hate li dar xistin. Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel, Hevseroka Şaredariya Erxenî Aygûn Taşkin, endamên KJA'yê û bi sedan jin jî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de alên KJA û HDP'ê hate vekirin. Jin li vir bi def û zurnayan govend gerandin û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî " , "Bijî yekîtiya jinan" , "Bijî Serok APO" hat berzkirin. Çaglar Demirel li vir axaftinek kir û diyar kir ku AKP pêvajoya çareseriyê fedayê hilbijartinan dike. Çaglar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku jin dê bi hêza xwe vê tecrîdê ji holê rabike. Çaglar axaftina xwe wiha domand: '' HDP'ê li hemû Kurdîstanê û li Tirkiyê temsîlyete jinê dê ava bike. Jin dê bi rêxistinkirina xwe rêya azadiyê bigre. Meşa me û têkoşîna me ji bo vê ye. Bi vî armancê em ketin rê û em hatin vê astê. Ên ku azadiyê bîne vê welatê têkoşîna jinê ye. Peşengtiya azadiyê jî wê jin bike.'' Çaglar anî ziman ku jin aşitîxwazin, edelat û wicdanê dixwazin ji bo vê jî xebatên jinê her tim girîng in.Çaglar axaftina xwe bi bangawaziya tevlîbûna jinê ya têkoşînê kir û got: '' ji bo serkeftina jinê divê herî zêde jin bixebite.''
Her wiha Sîbel Yigitalp jî di heman demê li mala şînê ya Şarederiya Erxenî de bi jinan re civîn li dar xist û der heqê hilbijartinan de bi jinan re nîqaş kir, daxwaz û pirsgirên wan guhdar kir.
(ch/rc)