Çîroka Hacer Aladag û mêrê ketiye dorpêça pergala erîl

09:28

Cahide Harputlu/ JINHA

AMED - Rastiya kuştina Hacer Aladag a ji alî hevserê xwe ve hat qetilkirin û piştre jî kujer Musa Aladag li gundekî darvekirî hat dîtin, trajediyên di nava civakê de tê jiyandin derdikeve radixe berçava. Jiyana wan û aloziya ku di nav de jiyan kirin e, pergala ku hemû qirêjiya xwe li ser wan daye jiyandin, bi taybetî jî têkoşîna Hacer a ji bo rizgarbûyinê mirovan divê bide fikirandin. Lêgerîna wê, bêçarebûn û tenêbûna wê û perpitandina wê ya nava jiyanê...

Musa Aladag, 5 roj berê hevsera xwe Hatîce Aladag bi kabloyê xeniqand û reviya. Kujer Musa Aladag, 2 roj berê li gundê Şexlera jêrîn ku nêzî gundê wî yê Sinciqê ye ji alî şivanan ve mirî hate dîtin. Teşeya mirina wî jî balkêş bû lewre termê wî li eraziyek ku wek mintikaya kîlîseyê dihat zanîn darvekirî hatibû dîtin. Gotinên malbata Hacer Aladag dikeve guhê mirovan ku her tim digotin 'bila were darvekirin'. Niha her du ali malbatan de şîn heye, û sê zarokên ku pêşeroja wan ne diyar hene. Piştî mirinan axaftin ne hêsane hele ku mirinên bi vî awayî ku trajediyên mezin nava xwe de hilgrtiye hê jî zehmet e. Divê baş were fêmkirin û dahûrandin. Lewre çîroka her du mirovan jî ne aîdî wan e. Dema jiyana wan mirov dide ber çavan aloziya ku di nav de jiyane, pergala ku hemû qirêjiya xwe li ser wan daye jiyandin, rê û rêbaza ku li hember wan girtine derdikeve holê ku bi taybetî jî têkoşîna Hacer ya ji bo rizgarbûyinê mirovan divê bide fikirandin. Lêgerîna wê, bêçarebûn û tenêbûna wê û perpitandina wê ya nava jiyanê...

'Xizanî û şiddeta li hember jinê'

Hacer jinekî 29-30 salî bû. 6 sal berê bi Musa Aladag re bi berdêl hate zewicandin û wek qederek her çiqas li hev du nekiribin jî bi hevdu re man û sê zarokên wan çêbûn. Ji jiyana wan a xizan diyar dibe ku zewaca wan bandor li ser aboriya wan çêkiriye. Musa carna çuye bajarên Tirkiyê xebitiye karkerî kiriye, carna li gund maye lê li gor gotinên malbata Hacer tu carî berpirsyariya xwe ya li hember malbata xwe ne aniye cih û malbat ji alî aborî de her tim tengasî jiyane. Vê rewşa aborî nelihevkirin û pirsgirêkên navbera wan hêjkûrtir kiriye. Şiddeta ku li hember Hacer dihat kirin jî her roj zêde dibû û zehmetiyên jiyana Hacer wê ditengijand, dixist nava lêgerînên cuda. Dema keçika wê ya 5 salî nêzîkatiya bavê xwe ya cînsî ya li hember wê aniye ziman êdî nexwestiye ku vê jiyanê bi vî awayî berdewam bike û rojekî zarokên xwe jî girtiye û çûye stargeha jinan. Lê pirsgirêkên ku Hacer jiya bi vî awayî derbas nebû hê jî zêde bû. Lewre li gor gotinên bavê Hacer Mehmet Cemil Ekinci îcar malbata Musa Aladag ji bo ku Musa namusa xwe paqij bike pêkutî li ser wî kirine û Musa ji ber van pêkutiyên malbatê reviyaye çuye Stenbolê. Mehmet Cemil wiha vegot: ''Musa rojekî telefonî min kir û got 'apê min li min dane ku ez jina xwe bikujim. Ez niha reviyam hatim Stenbolê'.'' Mehmet Cemil anî ziman ku apê Musa bandorekî mezin li ser wî kiriye.

'Helezoniya tundiyê, lêgerînên bê encam'

Malbata Musa bi heman teşeyê li ser Hacer jî pêkutiyan pêk aniye û xwestine ku zarokan ji wê bigrin. Musa jî malbat jî wek gelek mînakên din jinê bi zarokên wê tehdît kirine ku Hacer cardin vegere mala xwe, jiyana xwe ya berê. Ji ber vê rewşê û dibe ku sedemên cuda jî hebe wek şert û mercên stargeha, neçariya li hember zehmetiyên jiyanê Hacer dîsa vegeriya mala xwe. Lê şideta ku didît kêm nebû zêde bû. Pir caran bêpere hate hiştin ji bo cezakirinê. Îstismara cînsî ya li hember zarokan pêk dihat jî berdewam kir û vê rewşê çend caran xwe dubare kir. Hacer cardin ji malê reviya çû şîkayeta Musa Aladag kir, çû stargehan, çû mala bavê xwe... Lê dîsa şîkayeta wê li ber çavan nehat girtin, stargeh jê re nebû stargeh lewre hemzayendên wê jî neçarbûna wê û deruniya wê baş fêm nekir û nêzîkatiyên şaş jî li hember wê hate kirin. Mala bavê jî him ji ber xizaniyê him jî ji ber tehdîdên Musa rêya 'lihevhatinê' dan ber Hacer. Lewre Musa her carê malbatê bi kuştinê tehdît dikir û poşmaniya xwe ya li hember Hacer dianî ser ziman. Hacer nedixwest malbatê têxe tengasiyê û piştî heftekî ji mala bavê xwe jî derket û rêya Emniyeta Erxenî girt. Şikayeta Musa kir lê polîs jî rêya lihevhatinê da ber Hacer û bangî hevserê wê Musa kir. Musa Hacerê ji emniyetê girt û heman şevê bi kabloyê xeniqand. Li gor kesên ku cihê bûyerê dîtine berî qetilkirinê Hacer rastî tecawûzê jî hatiye ku dema termê wê hatiye dîtin tazî bûye. Piştî vê bûyerê me jî ji her du aliyan bi pir kesan re hevdîtin pêk anî û em dikarin bêjin ku iddayên pir girîng jî hene.

'Tecawûz, ensest, îhmal, istismar û neçarî...'

Cinayet encamek e, lewre tecawûz, ensest, şiddet, xizani, ihmal, istismar, neçarî û hwd... hemû kes divê para xwe ya di vê bûyerê de bibîne. Dozgerên ku istismara zarokan nedit, emniyetên ku her carê Hacerê şand ba kujerê wê, jinên ku wê fêm nekir, malbat, der û dor û hemû civak.. Lewre ev travma ne ya Hacer an jî Musa ye. An jî ne tenê trajediya wan e. Ev trajedi û travma ya civakê ye. Ev qetliam û xwekuştin jî yê civakê ye. Ev neçarî û tenêbûna bêdawî jî.... Hacer her çiqas di neçariyek kûr de hatibe hîştin, Musa jî di pencika pergala nêr û qirêj de dihat bikar anînin. Pergala malbatî jî dewletê jî heta dawiyê ruh û mêjiya wî misand piştre wî avêt bîrek tarî û bêbinî. Civak jî wek hemû bûyerên bi vî awayî vê demê jî misyona xwe ya temaşevanî berdewam kir. Lewre her bûyer vê rastiyê hê baştir derdixîne holê û her buyer nexweşiyên civakê yên veşartî radixîne ber çavan. Hest û ramanên me yê riziyayî dide der. Herî dawî hêviyên me yê ji mirovahiyê dimîne ji bo çareseriya hemû nexweşiyên civakê bi berpirsyar bin.

(mae/rc)