'Dengê jinên kurd AKP’ê ditirsîne'

09:38

JINHA

ŞİRNEX- KJA’ye di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê civîna gel bi jinan re pêk anî. Li vê derê namzeta HDP’ê Leyla Birlik axivî û diyar kir ku, tirsa tilîliyên jinên kurd çawa ketine dilê DAİŞ’ê ev deng wisa jî hukumeta AKP’ê ditirsîne.
Xebatên hilbijartinê yên jinan dewam dikin li navenda Şirnexê Kongra jinên Azad(KJA) civîna gel bi jina re li darxist. Namzeta HDP’ê Leyla Bîrlik, Hevseroka DBP’ê Zozan Anuk û gelek jin bi cil û bergên xwe yê gelêrî tevlî civîna ku li taxa Bahçelîevler pêk hat bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdê azadî û demeokrasiyê Namzeta HDP’ê Leyla Birlik axivî.

Dê jiyana nû bi hêza jinan bê avakirin’

Leyla diyar kir ku ev çıl salin êşên gelek mezin û berdêlên gelek mezin tên dayîn û wiha axivî: "Bi taybetî jî gelê Botanê berdelê gelek giran daye". Leyla bi lêv kir ku pêşkeşiya berxedanê her tim jinên Kurd kirine û wiha got: ”Daxweza me ya jiyanek nû heye ev jiyan jî wê bi hêza jinê bê avakirin. Îro li Rojava çawa jin jiyanek nû avadikin emê li çar perçê kurdistanê jiyanek nû avabikin.” Leyla desnişan kir ku berxwedana jinê tirs û xofek mezin xistiye dilê dewletê û wiha pêde çu: ” Dengê tîlilyên Arin çawa tirs xist dilê DAİŞ’ê îro dengê wan tîliyan diçe AKP’ê jî. Em bawerim roja 7’ê Heziranê emê bi tîliliyên xwe bi reng û zimanê xwe li Enqerê bin”. Leyla li ser temsilkirina jinê jî sekinî û diyar kir ku çawa nîvê jiyanê ji jinana pêk tê pêwiste nîvê jiyanê jî ji jinan pêk were:” Partiya me ji bo ku jin û mêr wekhev bên temsîl kirin pergala hevserokatiyê dide meşandin.” Leyla got ku ev çil sale li benda rojekî bûn û ev roj jî 7’ê Heziranê ye û ev tişt got: ”Ji bo ku her roj şehîdê me neyên, ji bo ku ev xwin bi sekine rêberê me çek dane sekinandin. Tevî hemû êrişên qirij gelê kurd li pey biryara rêberê xwe ye.” Leyla di dawiya axaftina xwe da got ku rojên azad bi keç û xortên Kurdistanê re li çiyayê Kurdistanê mezin dibin û wiha got:”Em tu caran ked, hêz û qewata ciwanên kurd ji bîr nakin.”

‘Nahêlin kulîlkek jî li axa Kurdistanê şîn bibe’

Piştî axaftina Leyla jinan jî mafê axaftinê girt. Dayika bi navê Sadet Altinç axivî û diyar kir ku ev çil salin zarokê wan di bin şertê zor û zahmet de dijîn û wiha banga hişyarbûnê li gelê Kurd kir: ” Pêwiste em xwedî li Rêberê xwe, girtiyên li girtîgehê, gerilla û axa xwe xwedî derbikevin."Saddet da zanin ku li gelek deverên Tirkiyê darên bi metran dirêj şîn bûne lê axa Kurdistanê her tim hatiye talan kirin û wiha dewam kir: ”Nahêlin kulîlkek jî li axa Kurdistanê şîn bibe. Dibêji wan bi xwe wiha kiriye. Tu kes kurê xwe nakuje hemû xerabî neyar bi serê me de tînin.”

‘Kesên ku çûn ser sindoqan bila pêşî berê xwe bide çiyayê Cudî û xwina şehidan bibînin’

Piştî Sadet dayika bi navê Sabahat Uxur axivî. Sabahat diyar kir ku hebun û tinebûna kurdan bi vê hilbijartinê re girêdaye û wiha xivî: ”Kesên ku çûn ser sindoqan pêwiste pêşî berê xwe bide çiyayê Cudî û xwîna şehîdan bibîne.” Sabahat desnişan kir ku wan wek jin xwe bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskiriye û wiha got:” Em berê bi rihetî nikaribûn derkevin derve û cotek gore ji xwe re bistînin, lê îro jina Kurd dikarin herin seranserê cihanê bigerin.” Sabahat banga Abdullah Ocalan ku gotibû ‘Xwe bi xwe bi rêva bibin” bi bîr xist û wiha bang li jinan kir: ” Werin em destê xwe bidin hev û van pankartê AKP’ê yên qirêj di 7’ê hezîranê de bavêjin çopê.”

Piştî axaftinan civîna jinan bi dawî bû û jin li ber biroya hilbijartinê ya Bexçelîevlerê heya derengê şevê govend gerandin.

(ma/rc)