Evîna mezin a Mizgîna biçûk li Kobanê nemir bû

11:11

Zeynep Akin /JINHA

ÊLIH - Mizgîn Onar (Asmîn Sason) hêj biçûk bû ji ber zextên dewletê ya li ser gelê kurd tevlî refên PKK'ê bû. Mizgîn, di temenê biçûk de tevlî PKK'ê bû û bi evînek mezin girêdayî doza xwe bû. Ji ber vê evîna xwe, çû Kobanê û li dijî çeteyên DAİŞ'ê şer kir û di şer de tevlî karwanê nemir bû.

Mizgîn Onar (Asmin Sason) di sala 1991'an de li navçeya Misircê ya Sêrtê ji dayîk bû. Mizgin Onar, hêj 4 mehî bu leşkeran bi ser gundê wan de girt û guleya topê avêt mala wan. Guleya topê li malê ket û Mizgîn bi şensek mezin sax filitî. Piştî serdegirtina malê 4 meh şûnde bavê Mizgin Medeni Onar hat girtin. Zaroka yekem a malbatê Mizgîn, piştî bavê wê hat girtin, li gel dayîka xwe mezin bû. Bavê Mizgîn 10 salan girtî ma. Medenî Onar piştî hat girtin 3-4 sal şûnde keça xwe dît. Piştî bavê Mizgîn Medenî 10 salan girtî ma, serbest hat berdan û koçî gundê Kanikê ya navçeya Hazoya Êlihê kirin. Mizgîn ku hêj zarok bû bavê wê hat girtin û 10 salan girtî ma, piştî 10 saliya xwe bi bavê xwe re jiya.

Ji xebatên ciwanan tevlî PKK'e bû

Malbata Mizgîn piştî demekê ji gundê Kanikê koçî Êlihê kirin. Li ser vê yekê Mizgîn Lîse li Êlihe xwend. Mizgîn, piştî lîse xwend êdî wate da her tiştî û tevlî xebatên ciwanan bû. Mizgîn, di salên lîseyê de bi awayekî çalak tev li xebatên ciwanan bû. Di 28'ê Sibata 2009'an de tevlî PKK'ê bû. Mizgîn, hêj biçûk bû evîndarê azadiyê bû û da pey baweriya xwe û tev li PKK'ê bû. Jinek pir bi înat bû. Her dem li pey baweriya xwe meşiya û xweşikbûna ruhê xwe derxist derve. Mizgîn, her dem xwedî dîsîplîn û hasas bû.

'Temen biçûkbu lê lêgerînên wê mezin bûn'

Mizgîn, hêj temenê wê biçûk bû, lê lêgerîna wê mezin bû. Bi evînek mezin û girêdanek xurt bi doz û baweriya xwe ve girêdayî bû. Her dem lêpirsîn dikir û meraq dikir. Berî ku tevlî PKK'ê bibe her tişt lêpirsîn û lêkolîn dikir. Mizgîn, dema lîseyê dixwend her dem bi mamosteyên xwe re niqaş dikir. Dayîka Mizgîn Leyla Onar, diyar kir ku temenê Mizgîn biçûk bû lê lêgerînê wê û evîna wê mezin bû û wiha got: "Mamosteyên mizgîn digotin 'Em ji Mizgîn gelek tişt fêrbûn'. Li gel ku Mizgîn biçûk bû jî wekî mezinekî tev digeriya. Keça min evîndarê têkoşîna azadiyê bû."

'Cihê Mizgin lê bû her dem ken hebû'

Leyla, anî ziman ku keça wê Mizgîn ji aliyê gel û derdorê ve pir dihat hezkirin û cihê keça wê lê ba her dem ken û coş hebû û wiha berdewam kir: "Keça min Mizgîn piştî tev li refên PKK'ê bû ji wir jî derbasî şerê Kobanê bû. Li dijî çeteyên DAIŞ'e şer kir û şehîd ket. Bi evînek mezin derbasî Kobanê bû. Serê salê ez li wê geriyam. Got ez derbasî Rojava bûme. Roja ku Kobanê rizgar bû, xizmên me ew di televîzyonê de li ser girê Miştenurê dema ala YPJ-YPG'ê çikiland dît. Bi telefonê ji min re got êdî em dê derbasî gundên Kobanê bibin."

Mizgîn: Ger ku ez êdî negeriyam, bizanibin ku ez şehîd bûme'

Dayîk Leyla destnîşan kir ku, herî dawî di 26'ê Sibatê de bi telefonê axivî û wiha berdewam kir: "Birayê wê bi dengekî nizm bi telefonê di axivî. Dema min got 'kiye?' got hevalek e. Ez derketim pişt deri û min li wan guhdar kir. Baş dengê wan nedihat min. Lê min piştre fam kir ku bi Mizgîn re di axivî. Digot çima dengê te xerab tê. Wê ewil got 'Min serma girtiye û ji ber vê yekê dengê min xerab tê'. Piştre gotibû 'Ez di şer de birîndar bûme. Hemû hevalên min di wî şer de şehît ketine. ez tenê birîndar filitîme. Derdore me pêçabûn û min heta guleya xwe ya dawî şer kir. Ger ku rojekê ez li we negerim bizanibin ku ez şehîd bûme."

'Wekî hêj dijî'

Piştî Mizgîn jiyana xwe ji dest da, dayîk Leyla, bi boneya cenazeyê keça xwe bigire çû deriyê ser sînor û pêşwazîkirina cenaze wiha got: "Piştî min cenaze pêşwazî kir, min ruyê keça xwe Mizgîn vekir. Wekî ku hêj dijî bû. Hêj rûyê wê li ken bû. Leşkerên li ser sînor jî li rûyê wê nerîn û gotin 'Ev nemiriye' Mizgîn keça Kurdistanê ya azadiyê bû. Dema li Kobanê her dem li me digeriya û digot bixebitin û kedê bidin. Digot divê her dem jiyana me bi têkoşîn be."

Dayik û bav, destnîşan kirin ku keça wan di oxira bawerî û fikra xwe de jiyana xwe ji dest da ew jî dê layiqê têkoşîna wê bibin.

(mae/rc)