Li Edenê êrîş li ser buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê pêk hat
14:13
JINHA
EDENE - Buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê ya navçeya Seyhana Edenê rastî êrîşek hat. Panqartê buroya hilbijartinê ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hatin jêkirin û şewitandin.
Panqertên buroya hilbijartinê ya jinên HDP'ê a li taxa Sûmer ya navçeya Seyhanê ya Edenê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin jêkirin û şewitandin. Jinên ku berê xwe dabûn buroyê dema ku dîtin panqert hatine şewitandin, agahî dan polîsan. Piştre polîs hatin cihê buyerê û dest bi lêkolînê kir. Li ser vê yekê jinên HDP'ê berê xwe dan qaraqolê û daxweza ronî kirina buyerê hat kirin.
(rc)