KJA pertek ji zihniyeta ku "riza" yê zarokan digere nîşan da
14:34
JINHA
AMED - Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî bûyera ku di 2014’an de 3 zarokên ku rastî îstismara zayendî hatin û ev yek ligel ku bi delîlan hate îspatkirin jî bi hinceta “riza heye” cezaya bersucan daxistina 10 salan nerazîbûn nîşan da û ev biryara dadgehê wekî polîtikaya tunekirina jinê ya şênber nirxand.
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî bûyera ku li Amedê di 2014’an de 3 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û ev yek bi belgeyan hate îspatkirin û di kompîtura bersuc de vîdeoyên pornografîk derketin jî cezaya ku 150 salan bi hinceta “riza heye” daxistina 10 salan nerazîbûn nîşan da.
KJA’yê têkîldarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hate gotin ku ligel ku li malê 40 CD’ê pornografîk û dîmenên kamerayê derketiye jî wekî “îstîsmara zayendî ya ji rêzê” tê binavkirin nîşaneya polîtîkiya desthilatdar a zilam ku roj bi roj dixwaze jinê tune bike ye. Di daxuyaniya ku nirxandina “li ser jinê wekî ku qirkirina çandî tê meşandin û çanda tecawizî di civakê de her diçe pêş dikeve” hate kirin de ev tişt hate gotin: “Ev bûyera ku li Amedê qewimî careke din rastiya feresaseta zilam nîşan daye. Aqilê dewletê aqilê zilam e ji ber vê yekê jî tu tacîz, tecawîz û qirkirine bêyî dewletê naqewime. Ji ber vê yekê jî ev bêhiqûqî û bê exlaqiya ku hatiye jiyîn şênberbûna polîtîka tunekirinê ya jinê ye. Îro li Tirkiye û Kurdistanê pêkûtiya ku di bin navê hiqûq û heq de tê kirin rastiya îxtidarê derdixe holê. Civakên ku hiqûqê ‘pêş ketiye’ kêmbûna eqlaxê îfade dikin. Di bin navê hiqûqê de neheqî, li ser navê rastiya civakê avakirina jiyana derew, tecawîz di civakê de kirine çandek nîşanî mi dide ku hiqîq di bingeh de amûra rewakirina modernîteya kapîtalîst e.”
KJA’yê daxuyand ku tacîza li hemberî zarokan wekî rewa nîşandan derveyî qanûnê xwezayî yên civakê ye û di heman demê de li dijî Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Peymana Konseya Ewropayê ye jî.
KJA’yê li hemberî polîtîkayên dewletê yên tacîzkar, tecawîzkar û qirkirinê banga têkoşînê kir û xwest rêxistinbûnên xweser bên pêşxistin.
(rc)