Piştî rizgarkirinê yekemîn dewreya perwerdeyê

14:43

JINHA

KOBANÊ – Akademiya Zanist û Ramanê ya Yekîtiya Star piştî rizgarkirina Kobanê yekemîn dewreya perwerdeyê bidawî kir.

Akademiya Zanist û Ramanê ya Yekîtiya Star ji ber şer û pevçûnan, zêdetirî 8 mehan navber dawû xebatên xwe. Piştî rizgarkirina Kantona Kobanê akademî ji nûve dest bi xebatan kir û bi navê “şehîd Ferînaz Xosrewanî” dewreyek perwerdeyê vekir. Dewreya ku 13 endamên Yekîtiya Satr tevlî bibûn, 10 rojan dom kir û dersên, “dîroka Jin, Hevpeymana Yekîtiya Star, girîngiya perwerdehiyê, civaka xwezayî, rastiya Rêbertî, ekolojî, çand û exlaq û xewseriya demokratîk” hatin dîtin.

Piştî 10 rojan dewre bidawî bû.

Jina bi navê Sara Muhemed ku tevlî dewreyê bû got ku ew fêrî gelek tiştan bûne û rastiya jinê, têkoşîna wê û jiyana azad û wekhev nas kiriye.

Xedîce Îsa jî got: “Dewreya me li ser navê Ferînaz Xosrewanî bû. Ji ber ku wê li hemberî zihniyeta zilam û neqebûlkirina koletiyê, xwe di qata 4’an de avêt xwarê. Wê ji zilaman re rastiya jina azad nîşan da. Ew mînaka her jineke ku koletî û destdirêjiyê li ser xwe qebûl nake û nayê jibîrkirin e. Lewma me dewreya xwe li ser navê wê vekir. Bi hêviya ku her jineke kurd rastiya xwe binase û ji xwe bawer be. Ji ber ku ew jiyanê diafrînin û pêşengtiya wê dikin, bêyî wan jiyan nayê avakirin.”

Leyla Elî jî bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibin û rastiya jina kurd ya afirîner û xwedawend bibînin.


(rc)