Şaredariya Amedê ji xwendekarên jin re wargehekê çêdike
14:54
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê temelê avakirina wargeha xwendekarên jin bi merasimekê avêt. Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku ger 3 katirilyon pereyê çerezan be, hûn dikarin bi pereyê çerezan li hemû bajarên Tirkiyê wargehên xwendekaran çêbikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê temelê avakirina wargeha xwendekarên jin avêt. Temelê avahiyê li navçeya Yenîşehîra Amedê li ser rêya Selahattîn Yazicioglu hat avêtin. Avahî li ser ersa 8157'm2 bê çêkirin û ji 136 odeyên 2 kesî, aşxane, pirtûkxane, odeya compîterê, odeya xebitînê, odeyên utuyê pêk tê. Bi tevahî 272 kes di avahiyê de werin bicihkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo merasima avêtina temelê wargehê li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, gelek rêveber û endam saziyê sivîl ên civkî tevlî merasimê bûn.
Taybetkirina wargehan ji bo kontrolkirina xwendekaran e
Di merasimê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak axivî û diyar kir ku Amed bajarê ciwan û zanîngehê ye û wiha got: "Lê mixabin wargehên li Amedê pêwîstiyên xwendekaran pêşwazî nake." Gulten destnîşan kir ku destpêkê xwendekar li wargehên koman dijiyan lê niha bi taybetkirina wargehan xwendekaran dixin bin konrtola hinek koman. Gulten da zanîn ku niha ji bo xwendekarên jin û di demên pêş de jî ji bo xwendekarên xort dê wargehan çêbikin.
'Bila bi pereyê çerezan wargehan ji bo xwendekaran re çêbikin'
Namzeta HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî anî ziman ku Şaredariya Amedê heya niha gelek karên bi xêr kiriye û yek ji van jî avêtina temelê vê wargehê ye. Aydogan destnîşan kir ku eger li Tirkiyê saziyek weke YOK'ê tunebûya, zanîngeh azad û ser bi xwe bûna niha li tu bajaran pirsgirêkên wargehan çênedibûn. Nursel da zanîn ku ji beriya çend rojan Serokê Aboriyê ji bo 3 katirilyon got pereyê çerezan û wiha pê de çû: "Eger 3 katirilyon pereyê çerezan be hûn dikarin bi pereyê çerezan li hemû bajarên Tirkiyê wargehên xwendekaran çêbikin."
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî anî ziman ku divê tu kes destê xwe li ber van bazirganan veneke û got ku ew ê karê xwe bi xwe bikin û pêwîstiyên xwe bi xwe pêk bînin.
(rc)