Diyariya Gulê Dêrgulê carekdinê jin rêvedibe

09:08

Mizgîn Adim /JINHA

JINHA

ŞIRNEX - Bajarokê Dêrgulê ku tê gotin jinek hebuye û dêra wê hebuye û ji ber ku vî bajarî vê jinê bi rêve biriye navê bajarok bûye Dêrgulê. Hevseroka Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu ku ew jî niha bajêr bi rêve dibe diyar kir ku ew gelek kêfxweşe bajarek li ser navê jinê ye dijî û wiha got: "Jinek 300 sal berê vî bajarî bi rê ve biriye lê hin jî bêhna jinê, hêza jinê nêrîna jinê ji bo navê wê tenê be jî li vî bajarî xwe dide xuya kirin. Li ser wê jî niha jinê vê derê rihê wê jinê di rihê xwe de dihewînin.”

Bajaroka Dêrgulê ku navê jinekê ye bajarokek girêdayê Şirnexê ye. Tê gotin ku navê vî bajarî li şona navê Gulê hatiye danîn. Ji ber ku dîroka jinê windaye gelek zehmete mirov di derbarê diroka jinê de xwe bi gihîne agahiyên zelal. Em jî ji jinên Dêrgulê pirsa Gulê dikin. Hin kes dibêjin gulê keça keşe bû hin kes dibêjin bûka keşe bû, hin kes jî dibêjin wê dêr çekiriye, dêr û bajar bi hev re rêve biriye. Agahî çiqas ji hev cudabin jî tiştê hevpar ewe ku Gulê jinek jêhatîbûye û rêvabira bajêr bûye. Piştî mirina Gulê navê gelek kesaan li navê Gulê tê dayîn û tê gotin ku piştî Gulê du Gulê din jî radibin û di şopa Gulê de diçin. Niha du dêr li Dêrgulê hene û her du jî xerabûne hata niha tu lêkolin li ser bermayiyên van dêra nehatine kirin. Her çiqas dema ku Gulê têde jiyaye ne zelalbe jî berî avakirina Komarê bi 200-300 salan behsa hebuna Gulê tê kirin. Gulê yek din jî heye ku di demê komarê de jiya ye. Jinên Dêrgulê dibêjin Emerê Temer Qesrek çêdike û ji Gulê wiha dibirse: "Gulê ka were li qesra min binêre ka çawa çêbûye?” Gulê ji Emerê Temer re dibêje "Qesra te gelek xweş e lê berê wê li Diyarbekire tê xêrê ji vê qesrê nebînê." Li gorî gotinên jinên Dêgulê pir dem derbasnabe û Emerê Temer piştî serhildana Şêx Sehîd ji aliyê dewletê ve tê darvekirin.

‘Gulê hêz dide min’

Hevşaredara Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Kutlu ku ew jî niha bajarê Dêrgulê bi rêve dibe di derheqê Gulê de diyar kir ku diroka vî bajarî hêzek mezin dide wê û wiha axivî: “Ji ber ku a niha ez hevşaradariya vî bajarî dikim. Gulê ji min re moral e. Ji ber ku ez wek ku mîrateyê jina berê bi şopînim û bi meşînim hîs dikim. Ez bi wan hestan û fikran dixwazim bajêr bi rêve bivim. Jinek 300 sal berê vî bajarî bi rê ve biriye lê hin jî bêhna jinê, hêza jinê nêrîna jinê ji bo navê wê tenê be jî li vî bajarî xwe dide xuya kirin li ser wê jî niha jinê vê derê rihê wê jinê di rihê xwe de dihewînin.” Berîvan desnişan kir ku ji ber ku diroka Gulê nivîskî tûneye ew di hînbûna dîroka Gulê de tengasî dikşînin û wiha got:”Li gorî ku em dizanin, ji me re hatiye gotin û em lêkolin dikin. Jinekî bi sala vî başarî birêve biriye û navê wê ma ye di dîrokê de û jêre dibêjin Gula Zer. Li vê derê dêrek çêkiriye û wê dêrê û şeniyên bajêr wê birêve biriye. “

‘Diroka jinê veşartî ye’

Bêrîvan da zanin ku niha li Dergulê bermahiyên Dêra Gulê û Dêra Bûrtiyan hene û li gorî ku wê bihîstiye Gulê herdu Dêra jî bi rêve biriye. Berivan dibêje ku Gulê jinek zîrek bûye û gelek caran rêveberê herêmê ji bi Gulê şêwirîne û ev tişt got:”Ev jin piştî 300 salan jî hêzek mezin dide me”Berivan balê kişand ser dîroka jinê ya veşartî û wiha got:”Dîroka jinê heta niha hatiye veşartin nehatiye xwestin ku bê dîtin diroka Gulê jî bi vî awayî ye. Çend başar bi navê jinê hene çend bajar jinê bi rêve biriye heya niha jî hakimyate niha nehiştiye ev dîrok bê dîtin û bê naskirin.”

‘Dê jin dîroka xwe derxin holê’

Bêrivan desnişan kir ku heya niha li ser Gulê jî tu lêkolîn nehatiye kirin û ev tişt got: "Em niha lêkolîn dikin ewê lêkolînên me dewam jî dikin.” Berivan ji jinan xwes ku li ser diroka jinê hur bibin û wiha dawî li gotinê xwe anî:” Diroka jinê jî dê dîsa ji aliyê jinê ve were derxistin.Hêviya min ewe ku weh hevşaradarên jin ,jinên sîyasetmedar û xebat karên jin yê vê rêxistinê de em li ser dîroka jinê bisekinîn û dîroka jinê derxin holê.”

Piştî avakirina Komarê wek navê gelek cihan navê başarokê Dêrgulê jî di guhere û dibe Kumçatı li navê Dêrgulê heta niha jî ji aliyê gelê herêmê ve tê bikaranin û navê Kumçati jî tenê li ser tabela û kaxetan maye.

(zt)