Rojnameya Ronahî rastiya şoreşa Rojavaye

09:24

Roksen Efrîn -Perwîn Xelîl /JINHA

QAMİŞLO- Çar salin li Rojavayê Kurdistanê xebatên çapkirina rojnameya Ronahî tê kirin, di nava rojnameyê de jin bi koteya %50 xebatên rojnamê bi rêve dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên rêxistin kirinê ve girêdayî xebatên ragihandin rolek girîng dide ser milê xwe. Li ser vê bingehê li Rojavayê Kurdistanê de yekem dezgeha ragihandinê hat avakirin rojnameya Ronahîbû ku di tîrmeha 2011'an de çapa xaneya yekem li bajarê Helebê hat çêkirin.

'Rojnameya Ronahî bû dengê jinê'

Rojnameya Ronahî yek ji rojnameyên ku li Rojavayê Kurdistanê tê çapkirin, derbarê rewşa derketina rojnameyê de Bêrîvan Xelîl endama Rêveberiya Rojnameyê wiha axivî: ''Rojnameya Ronahî di serî de heftê carek dihat çapkirin, lê ji ber qad û xebat hatin ber ferhkirin me heftê kir du car. Tevî kêmbûna endaman rojnamê xebat di astek bilinde dihate meşandin. Xebatkarên rojnamêya Ronahî niha li hemû deverên Rojavayê xwe bi rêxistin kirine. Jin bi hêjmarek mezin cihê xwe di nava rojnameyê de digre û pêşengtiya kar dike. Rojnameya Ronahî bi xebatên jin ên aktîf buye dengê jin"

'Di rojnameyê de pêşketina jinê zêdetire'

Bêrîvan wiha domkir: ''Qadên raghandinê qadên ku mirov tê de xwe û civaka xwe nasbike. Ji ber ku em ji rastiya xwe ya civakî hatibû durxistin, di gelek mijaran de me zehmetî kêşand. Lê bi xebatên rojnameyê re ji bo me bu qada xwe perwerde kirin û naskirinê. Li Rojava jin li her qadê berpirsyartiya şoreşê da ser milê xwe û bi berxwedaniyek mezin gelek guhartin avakir. Bê guman ji bo rojnamegerên rojnameya Ronahî jî ev yek pêşket. Gelek rojnamegerên em di bin şert û mercên zehmet de serkeftinên mezin bi dest xistin û xebatê xwe rêvebirin."

'Her jinek pêwîste enerjiya xwe bikar bîne'

Li aliyekî din jî xebatkarê rojnameyê Sûhêla Sofî ku ev nêzî du salin li rojnamê dixebite wiha got: ''Rojnameya Ronahî ji bo pêşxistina civakê û perwerde kirina wê rolek girîng dide ser milê xwe. Eleqedariyek mezin a gel jî li hember rojnamê pêşdikeve."

Sûhêla wiha got: ''Ji aliyekî din jî di rojnameyê de rûpela daxwaziyên gel heye, gel çi ji rêveberiyê dixwaze em digrin û bersiva wê jî gel rêveberiyê an aliyê têkildar digrin. ''Sûhêla wiha pêde çû: ''Di Şoreşa Rojava de em fêrî gelek tiştan bûn û bi taybet jina Rojava dikarin êdî rêvebirtî û pêşengtiya hemû xebatan bikin."


'Şert û mercê me ya xebatê baştir bûne'

Endama rojanameya Ronahî Sûzan Elî ku bi beşa civakî re eleqedar dibe wiha got: '' Ji ber pergala rejîma Baasê rojnamegertiya kurd li Rojavayê Kurdistanê pir zêde pêşneket. Lê bi şoreşa Rojava re di gelek qadên civakî û rêxistinî de pêşketin çêbû. Civak li hember dagirkeriyan şiyar bû û êdî xebatên perwerdê dikin. Ev yek jî asta civakê diyar dike."


Her wiha endamê rojnameyê Sîpan Can axivî û wiha got: ''Rojnameya Ronahî ketiye sala xwe ya 4'an ji çapkirinê di sala tîrmeha 2011'an de dest bi çapkirinê kir. Dema destpêkê heftê carek bû niha heftê du caran tê çapkirin, beşê kurdî û beşê erebî heye her yek cûda cûda tê çapkirin, lê kurdî tenê heftê careke.''

Sîpan armanca rojnamê ji mere wiha ravekir: ''Piştî şoreşa Rojava destpê kir rojnameya ronahî rojnameya yekemîn bû, armanc ji vê rojnameyê ku di aliyê siyasî, civakî û aborî de û xebatên gel, xebatên di şoreşê tên meşandin bidin nîşandan, li ser vî bingehî hat çêkirin. Sîstema ragihandin û xebatên wê despêkê tûne bu, ji ber siyaseta rêjîma Baas tu rojnameyên kurdî ne dihate weşan kirin. Wekî din armanc ewe ku hemû rewşenbîrên li Rojava bên gel hev û nifşekî nû yê ragihandinê bê avakirin, şoreşê bi gel bidin naskirine.''

'Xebatên me her ku diçe berferh dibe'

Derbarê çapkirina rojnameyê li kantonên din ên Kobanê û Efrîn Sîpan wiha got: ''Rojnameya Ronahî destpêka çapkirina xwe li Helebê pêk hat û ji bo Kantona Kobanê, Efrîn û Cizîr dihatin rê kirin. Piştre ji ber pêvçûnên li bajarê Helebê saziya rojanameya Ronahî derbasî Efrîn bû baska xwe li Kantona Cizîrê jî avakir. Li Efrînê ji ber derfetên kêm zehmetî tê kêşandin û niha amedekarî ji bo çapxaneyekê li Efrîn tê kirin. Niha li Cizîrê û Efrînê xebat tê meşandin nûçegîhan hene, ji bo Kantona Kobanê amedekariya me heye em komek rojnameya Ronahî bişînin."

Sîpan axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Rojnameya Ronahî ew jî ji rojnameyên cîhanê ne cûdatire , mijarên cûr be cûr tê de tên belavkirin wek nûçeyên rêxistinî û xizmetguzarî, civakî, aborî, siyasî, jin, rewşenbîrî, ji çapemeniya cîhanê û kurdistanî, ev rengerengîniya di rojnameyê de hêşt ku rêjeya çapkirina wê jî zêdetir bibe. Niha li Cizîrê tenê 4 hezar rojaname tê çapkirin. Bi nivîsên ku di rojnameyê de tên nivîsandin qebûlkirinek li cem gel daye çêkirin ji ber ku bûye zimanê gel."


(rc)