Ji bo jinên Rojava perwerdên bilindkirina hişmendiyê

09:25

Roksana Efrîn/JINHA

RIMÊLAN - Ekadîmiya Yeketiya Star a bajarê Rimêlan dewreya perwerdê ya 24 jinan ku mehekê dewam kir bi dawî kir.

Bi armanca xebatên rêxistin kirinê li Rojavayê Kurdistanê xebatên perwerde bê navber didome. Di vê çerçoveyê de di bunya Ekademiya Yekîtiya Star de, dewreyek perwerde hatibû despêkirin. Ekademiya ku ji 24 jinan pêk tê perwerdeya xwe bi dawî kirin. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn axivîn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Endama navenda ekolojiyê li Rojavayê Kurdistanê Lîna Xalid derbarê perwerde yê de axivî û wiha got: ''Ev cara yekemîne ez tevlî perwerdê dibim û bi rastî jî di derbarê rastî û têkoşîna jin de hînê gelek agahî bûm. Di warê pêşengtiya civakê de jî fêrî gele tişt bûm. Min rastiya Rêbertiyê fêmkir û ji bo vê yekê min ji gotina wî ''axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe bikin komîn ji bo jiyaneke azad'' ji xwe re esas girt û ez ê vê yekê di jiyana xwe ya kar de jî pêk bînim.''

Li aliyekî din jî endama Partiya Çep û endama meclisa şaredariyê Sorgul Mistefa derbarê girîngiya perwerdê de axivî û got: ''Pêwîste hemû jin tevlî perwerdê bibin û guhartinan di aliyê fikirî de çêbikin û têkoşîna jinan bilind bikin."

'Şopandina riya azadiyê armanca me ye'

Endama Desteya Rêvebirya Şaradariya bajarê Dirbêsiyê Xaliya Ehmed jî behsa girîngiya perwerdê kir û wiha got: ''Ya ku pêwîste em esas bigrin azadiya jine, heya niha eger jin rastî tundiya pergalê tê ev yek tê wateya ku hîna lewaziya me di warê têkoşîn û rêxistin kirina jinan de heye. Ji ber vê yekê hewildana me ewe ku em bikaribin xwe bigînin hemû jinan û bi rêxistin bikin." Xaliya wiha dawî li gotina xwe anî: ''Pêwîste her dayîkek rê li pêşiya zarokên xwe veke ji bo tevlî perwerdeyan bibin, ji ber ku perwerde gelek guhartin di kesayeta mirovan de avadike û mirova hînê parastina xwe dike."

Jinan bi soza bilind kirina têkoşînê û xatir xwestina ji hev bi dawî bû.


(rc)