Sira serketina Mihdiye baweriya wê ye

09:28


Jinda Azad /JINHA

TIL TEMIR - Dayîka Mihdiye bi sala ye li hember kovneşopiyên civak û pergalê serê xwe ne tewandiye û li beramberî hemû zehmetiyên jiyanê têkoşîna jiyanê da.

Dayîka Mihdiya Mihemed a 57'î salî yek ji hemwelatiyên Rojava ya taxa Hemra ya bajarê Til Temirê ye. Dayîka Mihdiye ji ber kevneşopiya civakê rastî gelek ne heqiyên civakê hatiye. Dayîka Mihdiya di jiyana xwe de gelek êş kişandiye. Di temenê xwe yê zaroktiyê de, ji ber feodaliteya civak a li ser jin tê ferz kirin, ne hêştine dibistan bixwîne û bi berdêliya birayê xwe bi zorê hatiye zewicandin. Lê li hember ewqas zehmetiyên jiyanê cardin dayîka Mihdiye kariye ser piya xwe bisekine û têkoşîna jiyana xwe bi xwe bide. Dayîka Mehdiye piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest dide û bêy ku alîkariya ji tu kesî bigre 9 zarokên xwe bi keda xwe xwedî.

Dayîka Mihdiye wiha got: ''Dema ez ciwan bi karên cotkarî û sewal xwedî kirinê re mijûl dibûm. Yek ji xebatên bingehîn a ku em xwe li ser bidin jiyan kirin karê cotkarî û sewal xwedî kirin bû di gunde. Gund hemû wiha debara xwe peyda dikir."

'Ji ber kevneşopiya civakê jin nedihatin xwendin'

Dayîka Mehdiye diyar kir ku ji ber feodalîte û pergalê desthilatariya mêr gelek jinên ciwan ji xwendinê hatine mehrûm kirin û wiha got: ''Di demên borî de civak ji ber hişmendiya xwe li hember jin ne dihêştin jin dibistan bixwîne. Jin weke objek namûsê dihate dîtin. Ji ber vê yekê ji gelek qadê jiyanê jin hatibû dûrkirin. Xwesteka min ya xwendinê gelek hebû lê malbat ne hêşt ez bixwînim ev yek jî weke hesret di dilê min de ma."

'Bêy xwesteka min malbat min wek berdêl dan mêrek'

Dayîka Mihdiya wiha axaftina xwe domkir: ''Ez 20 salîbûm malbat min bi zorê bi mêrê bi navê Mihemed Arîf re da zewicandin. Xwesteka min tûne bû lê belê wek berdêl ji bo birayê min ez bi zorê hatim dayîn. Bi mirovek ku qet nasnakim û min wî ne dîtibû jiyan kirin jî zehmetî da min. Zewacek dervî vîna me bû em bûn qûrbaniya kevneşopiya civakê bê xwesteka xwe. Ev yek cardin bi destê mêr yanî bi destê bavê min pêk hat. Her çiqas dervî xwesteka me be jî zewacek bi vî awayî pêkhat."


'Rêvebirina jiyana malbatê hemû li ser milê min bû'

Dayîka Mihdiya behsa zehmetiyên jiyana xwe kir û wiha pêde çû: ''Piştî ku ez zewicîm min gelek astengî û zehmetî jiyan kir. Bi taybet malbatê hevserê min gelek ez êşandim, 10 salan min bi wan re jiyan kir lê her dem ne qebûl kirinek wan li hember min hebû û ne heqî li min dikirin. 9 zarokê min çêbûn, hevserê min ji ber karê debarê sînor hat girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê piştî ku du mehan li ser girtîbûna wî derbasbû, rejîma Baasê a Sûriyê agir berda girtîgeha taxa Xiwêran a bajarê Hesekê û hevserê min li wir jiyana xwe ji dest da. Bê ku kes alîkariyê bide min ji bo xwedîkirina zarokan ez xebitîm."

'Niha ji zarok û jiyana xwe razî me'

Dayîka Mehdiye behsa têkoşîna xwe a jiyanê kir û wiha got: "Piştî mirina hevserê min, ji bo debara jiyana malbatê min firoşgehek bi çûk stand û têde xebitîm, min karê dirûtinê jî kir. Hemû kar û xebatên ku min dabû meşandin ji bo xwedîkirina zarokên xwe bû. Her çiqas zehmetiyên jiyanê hebe jî niha jiyana me bi aweyek asayî dibore."

Di dawî de dayîka Mihdiye wiha got: "Ji bo ku zarokên min jiyanek bi rûmet bijîn kedê min gelek mezin bû. Du zarokên min bi biryarên xwe niha li nava hêzên YPG'ê de cih digrin û yên din jî di Saziyên Rêveberiya xweser de dixebitin. Ez bi biryarê zarokên xwe û riya ku dişopînin serbilindim."

(rc)