Rêxistinên Jinan: Dixwazin bi biriyara AYM yê hikumên şerî têxin meryetê
10:12
Eylem Daş/JINHA
STENBOL- Kolektîfa Sosyalîst û Feministan (SFK) û Mor Çatiyê nerazîbûn nîşanî biriyara Desteya Giştiya Dadgeha Makezagonê ya girêdayî mehra fermî dan û diyar kirin ku ev helwest di hiquqê de tine hesibandina jinane.
Jinan bertek nîşanî biriyara Desteya Giştiya Dadgeha Makezagonê ya ku yên mehra olî bibirin dê li mela û cota mehrê dibirin ji 2 mehan heya 6 mehan ceza bê dayîn dan. Jinan ji bo ku mafê wan bi her awayî neyê binpêkirin banga lezgîn kirin. Endama Mor Çatiyê Parêzer Deniz Bayramoglu da zanîn ku di naveroka biriyarê de rêzdarî ji bo mirovan û jiyana wan ya tayîbet nîne û got: "Heger me di welatek ideal de jiyan kiribana, me dê bi hêsanî mafê xwe bi dest xistibana. Lê dema ku em li bersiva pirsa em di welatek çawan de dijîn bikin, emê rastî bersiva zarokên keç di temenê biçuk de bi zorê tên zewicandin, jin di aliyê aborî û hiquqî de tine tên hesibandin bên."
'Ev biriyarek erjenge'
Deniz axaftina Wezîra Polîtîkaya Civakî û Malbatan Ayşenur Îslam ya piştî biriyarê bibîr xist û wiha axivî: "Em ji derveyî zewaca zarokên keç ya di temenê biçuk de xebatek din bikin." Deniz anî ziman ku ev biriyar pêşî li mezinkirina pirsgirêkên zarokên keç yên di temenê biçuk de tên zewicandin vedike.
'Dixwazin jinan ji mafê wan yê hiquqî bê par bikin'
Endama Mor Çatiyê Parêzer Selime Buyukgoze jî bilêv kir ku dibin biriyara girtî de du sedemên sereke hene û wiha domand: "Ya yekem di temenê biçuk de zewicandina zarokên keç. Ya duyemîn jî dema ku jin bizewicin ji hemû mafên xwe bê par bimînin."
Endama Kolektîfa Sosyalîst û Feministan (SFK) Filiz Karakuş jî destnîşan kir ku bi salane AKP hewildide ew deskeftiyên jinan bi des xwe ve gihandîn ji wan bigirin û wiha berdewam kir: "Ya despêkê di welatek muhafazakar de mehra mela weke neçariyekê dibînin. Li vêderê nêzîkatiyek ya mehra fermî û mehra mela weke hev dibînin hene." Filiz anî ziman ku dê ev nêzîkatî rê li ber zêdebûna îstismara zarokan veke, zêdebûna pirsgirêkên di temenê biçuk de bi zorê zewicandina zarokên keç di Tirkiyê de bibe pirsgirêkên mezin.
(zt)