Dê peyîkerê şervanên YPG/YPJ'ê bê danîn
12:19
JINHA
TIL TEMIR – Endama Komîteya Xwezayê ya Şaredariya Gel Şamîran Efram diyar kir ku dê şaredarî peykerek şervanên YPG/YPJ’ê di riya ketina bajar de çêbikin.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê di encama pêngava Fermandar Rûbar de gundên Til Temir bi temamî ji çeteyan rizgar kirin, şêniyên herêma Til Temir vegeriyan malên xwe û jiyana asayî li bajar serwer bû. Şaredariya Gel a Til Temir ku xebatên xwe dabû rawestandin, careke din xebatên xwe dan destpêkirin. Şaredariyê hemelya paqijiyê dan destpêkirin, her wiha gîhaya di nava riyan de çêbûye rakirin, darên nava riyan kesixandin. Xebatkar şaredariyê qirêja li derdorê kom bibû rakirin. Şaredariyê xebatên xwe ji çerxeriya sereke ya bajar dest pê kirin.
‘Em ê peykerê şervanên YPG/YPJ’ê şêbikin’
Têkildarî xebatên şaredariyê Endama Komîteya Xwezayê ya Şaredariya Gel Şamîran Efram Soro destnîşan kir ku projeyên wan ên jivûve çandina parkên nava bajar heye û ev tişt anî ziman: "Projeyeke şaredariya me heye ku em peykerkî şervanên YPG/YPJ’ê di riya ketina bajar de çêbikin. Projeya me dê piştî hemleya çandiniya daran û paqijiyê dest pê bike. Peyker dê bi armanca xelatkirina şervanên YPG/YPJ’ê li ser ked û berxwedana wan a ji bo parastina herêmê dê pêk were. Ji ber ne bi ked û berxwedana wan baya dê çete ketibana nava bajar û bajar wêran kiribana."
Şamîran anî ziman ku ji ber rewşa herêmê hemeleya wan a çandiniya daran û kesixandina wan dereng ma û wiha got: "Bi derfetên xwe yên kêm jî, lê em ê lezê bidin xebatên xwe da ku em di zûtirîn dem de biqedînin."
(zt)