KJA: Gotinên Serokomar ruyê erjeng yê deshilatiya mêrane

13:06

JINHA

AMED - KJA yê bertek nîşanî gotinên Serokomar yên girêdayî jinên li Îdirê pişta xwe dabûn û pirotesto kiribûn dan û got: “Zîhniyeta serdest a mêr êrîşên xwe yên li dijî jinan bê navber didomîne. Desthilatdarî jinan tevlî her cureyên lîstikên xwe yên qirêj dike û dîsa li ser bedena jinê siyasetê dimeşîne. Serokkomar ji jinan re dibêje ‘bêexlaq’ û vê jî careke din rûyê qirêj ên siyaseta serdest a mêr nîşan daye."

Kongreya Jinên Azad (KJA) daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan ên têkildarî jinên ku li Îdirê pişta xwe dabûnê û protesto kiribû, dan. Jinên HDP’ê, li Îdirê pişta xwe dan Erdogan ku di bi navê vekirina komî de çibû Îdirê û protesto kiribûn. Erdogan jî ji bo jinên çalakger sûcdariya ‘bêexlaq’ kiribû û îfadeyên wekê ‘Diyare tê çi wateyê lê, edeba me destûrê nade.’ KJA’ê têkildarî gotinên Erdogan de wiha got: “Zîhniyeta serdest a mêr êrîşên xwe yên li dijî jinan bê navber didomîne. Desthilatdarî jinan tevlî her cureyên lîstikên xwe yên qirêj dike û dîsa li ser bedena jinê siyasetê dimeşîne. Serokkomar ji jinan re dibêje ‘bêexlaq’ û vê jî careke din rûyê qirêj ên siyaseta serdest a mêr nîşan daye. Polîtîkayên nemerd ên ku modernîteya kapîtalîst li ser bedena jinê dimeşîne, ketine ser zimanê desthilatdariyê û ji ser HDP’ê ya ku partiyeke jinê ye, êrîşî hemû jinan dikin.

Bi van polîtîkayên êrîşkar di rastiyê de careke din derketiye holê ku hêza me jinên rêxistinkirî çawa desthilatdariyê ditirsîne. Dethilatdarî ji ber vê yekê jinê hedef digire. Ji ber dizanin ku wê zîhniyeta koledar a 5 hezar salî û azadiya civakê wê jin ava bikin. Jin wê teqez destûrê nede siyaseta li ser bedena jinê tê meşandin. Azadiya civakê di azadiya jinê de derbas dibe. Ji ber vê HDP’ê wek tehdîdek cidî dibînin. Di 7’ê Hezîranê de wê hîmên demokrasiyeke nû û jiyanek nû bê avêtin. Jin wê bendavan têk bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew careke din vê helwesta êrîşkar a serokomar şermezar dikin û gotin ku divê bertekên li hemberî vê bê nîşandan û xwedî li HDP’ê bê derketin.

(zt)