Yekîtiya Star: Emê li her derê hember hişmendiya mêran tekoşînê bilind bikin

13:53

JINHA

EFRÎN – Bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star ji bo bûyera di 29'ê gulanê de li Efrînê derket û têde sê kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan rêxistinên jinan yên Kantona Efrînê daxuyanî dan û diyarkirin ku dê li her derê li hember deshilatiya mêran tekoşînê bilind bikin.

Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Efrînê û Rêxistina Têkoşîna Lidijî Tundiya Lihember Jinan SARA derbarê buyera kuştinê ya di 29’ê gulanê de hat jiyîn û têde 3 kesên ji heman malbatê hatin kuştin, daxuyanî dan. Di 29’ê gulana 2015’an kesek ji bajarê Efrînê hevsera xwe, kurê xwe û hevsera wî bi hovîtî qetilkir. Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Efrînê derbarê buyerê de daxuyaniyek da. Gelek endamên rêxistin û saziyaên jinan beşdarî daxuyaniya ku li ber Navenda Yekîtiya Sitar ya Kantona Efrînê hat dayîn bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Star Rûşîn Îbo ve hat xwendin. Rûşîn anî ziman ku Zihniyeta desthilatdar yek ji sedemên sereke ya daketina asta civakê ye û wiha domand: "Ji ber vê yekê em dibînin ku di rewşên şer û pevçûnan de gelek buyerên kuştinê di nava civakê de beladibin û bi hinceta nexweşiyên derûnî ev buyer tên veşartin. Dema em dixwazin civakeke exlaqî û demokratîk ava bikin, divê em li hemberî hemû astengî û tewambariyan debikevin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê û civakê ne ji ber wê divê hemû sûcdar werin cezakirin û rê li pêşiya buyerên kuştinê were girtin."

Rûşîn wiha berdewam kir: "Em wekî Rêxistina Yekîtiya Star li hemberî zihniyate desthilatdar ku hemû şêwazên tundiyê bi kar tîne, radiwestin. Em bang li aliyên têklîdar dikin ku kesên sûcdar bi awayekî guncaw ceza bikin. Divê hemû beşên civakê di aliyê fikrî û exlaqî de were perwerdekirin û civakeke aştiyane bi hezkirin, were avakirin. Derbarê heman buyerê de rêxistina têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan SARA daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Gulîstan Arif ve li pêşiya Navenda Sara hate xwendin. Di vê daxuyaniyê de jî hate gotin ku zihniyata baviksalarî û desthilatdariyê ya zilam dibe encama kuştina jinan û wiha hate destnîşankirin: “Em dibînin ku sîstema sermayedar di civakê de kîn, dijminahî û fitne belav dike û hemû beşên civakê ji hev cuda dike. Bingeha avakirina mirov û malbatê divê li ser esasê hezkirin û demokrasiyê be.”

Rûşîn destnîşan kir ku sûcê pêkhatiye ji ber vê zihniyeta desthilatdariyê ye û wiha domandin: “Em bang li hemû welatiyan dikin ku xwe ji vê zihniyeta desthilatdar rizgar bikin û piştgiriya rola jinan di avakirina civakeke saxlem de bikin. Em wekî endamên Rêxistina Sara kuştina hersê welatiyan ji aliyê bavê wan ve bi tundî şermezar dikin. em bang li aliyê têklîdar dikin ku cezayê herî giran bidin kesê sûcdar.”

(zt)