Li Ekîn Cerenê semînera 'Perwerda dayîk û Zarokan' hat dayîn

14:12

JINHA

AMED - Li Navenda Jinan Ekîn Cerenê Semînera 'Perwerda dayîk û Zarokan' hat dayin. Bêrîvan diyar kir ku sistema ceza û diyariyan ji bo zarokan tîştek ne başe.

Li Navenda Jinan Ekîn Cerenê Semînera 'Perwerda dayîk û Zarokan' hat dayina jinan. Semîner ji aliyê Derunas Bêrîvan Şahin ve hat dayîn. Bêrîvan axivi û wîha got: ''Dema ku em kêmaniyên zarokên xwe dibînin em bêdeng diminin. Ev ji bo zarokan tiştek ne başe." Bêrîvan balkişant ser perwerdehîya zarokan û wîha anî ziman: ''Perwerda di nav malê de pir girînge heta ji destê dayîk û bavan tê bi ceza û diyarîyan zarokên xwe nexapînin ev yek deruniya zarokan xera dike û wiha domand: ''Dayîk û bav hewceye wek hevalek bi zarokên xwe re aleqeder bidin û zarokên xwe azad bihêlin.''

Semîner bi bersivdana pirsên jinan bi dawîbû.

(do/zt)