'Girtî bêyî ku mafê xwe yê xatir bixwazin bikar bînin diçin'
12:09
Eylem Daş /JINHA
STENBOL - Di serdema hikûmeta AKP'ê de gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Di 45 rojên dawî de 5 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Nerîman Çelîk û Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe, têkildarî politîkayên hikûmetê yên li ser girtiyên nexweş bertekên xwe anîn ziman. Umît, diyar kir ku hişmendiya girtiyan naxwe şûna mirovan destûr nade ku girtî mafê xwe yê xatirxwestinê jî bixwazin û diçin.
Ji ber polîtikayên hikûmetê di meh û nîvek dawî de 5 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev jî nişan dide ku mafê girtiyan tê binpêkirin û niukarin sûde ji mafê xwe bigirin. Têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li ser girtiyên nexweş Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Nerîman Çelîk û Nûnera TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe, nirxandin kirin. Umit Efe, diyar kir ku di rojên dawî de herî kêm 7 girtiyên nexweş ji Girtîgeha Bakirkoyê sewqî Girtîgeha Sîvîriyê hatin kirin.
'Girtiyên nexweş bi sirgûnê tên tecrîdkirin'
Umit, anî ziman ku ji girtîgeha Metrîs û Umraniyeyê nêzî 35 girtiyên nexweş sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatine kirin û wiha got: "Girtiyên nexweş bi sirgûnê ceza dikin û tecrîd dikin. Ji girtîgeha Tipa D a Şirnexê 20, sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Wanê hatine kirin. Hin girtiyên nexweş sewqî Nexweşxaneya 100. Yilê ya Wanê hatinkirin."
'Ev hişmendî girtiyan mirov nahesibîne'
Umît, destnişan kir ku girtiyên nexweş sirgûnî girtîgehên Tîpa F dike û di nava şert û mercên tecrîdê de dihêle û gefan li wan dixwe. Umit, diyar kir ku ev hişmendiya girtiyên nexweş mirov nahesibîne bi van pêkaninên keyfî mafê wan ê herî xwezayî yê xatirxwestinê jî destê wan digire û wiha got: "Ji ber van politîkayên keyfî, girtiyên nexweş bêyî ku mafê xwe yê xatirxwestinê bikar bînin jiyana xwe ji dest didin."
'Girtiyên nexweş hêdî hêdî dişînin ser mirinê'
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Nerîman Çelîk jî destnîşan kir ku li gorî agahiyên gihişt destê wan 282 jê giran bi giştî 720 girtiyên nexweş hene û ji ber şert û mercên girtîgehan hêjmara girtiyên nexweş zêde dibin. Nerîman, destnîşan kir ku li girtîgeha ku nêzi hezar girtiyê wê hene tenê bijîşkek li revîrê heye û hefteyê 3- 4 rojan mesaiyê dike. Nerîman, da zanîn ku li gorî nameyên ji wan re hatine girtiyên nexweş 5-7 hefte ye li benda revîrê ne û îlacên ku pêwiste her roj bê navber bixwin bi rojan li benda wan disekinin. Nerîman, destnîşan kir ku mafê herî bingehîn yê tenduristiyê ji destê girtiyên nexweş tê girtin û li a liye din raporên "Dikarin di nava şert û mercên girtîgehê de bimîne" amade dikin.
Şekil û şemayê darvekirinê hatiye guhertin
Nerîman, destnişan kir ku rayedar bi hinceta girtiyên nexweş ger ku bên berdan dê ewlehiya civakê têxin xeteriyê û ji ber vê yekê wan bernadin û wiha got: "Tê gotin ku cezayê îdamê hatiye rakirin. Ev ne rast e. Tenê şekil û şemalê darvekirinê hatiye guhertin. Wekî din cezayê darvekirinê didome. Bi taybetî li girtîgehên tîpa F girtî di bin tecrîdê dene û nexweşiya wan girantir dibe. Ji ber ve yekê divê dawî li tecrîda li ser girtiyên nexweş bê anîn."
(mae/rc)