37 Endamên Hêzên Parastina Cewherî perwerdeyê xwe bi dawî kirin

12:40

JINHA

SERÊKANIYÊ- Dewreya perwerdê ya 37 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya ku li bajarê Serêkaniyê despêkiribû bi dawî bû.

Li bajarê Serêkaniyê ya kantona Cizîrê dewreya ji 37 endamên Hêzên Parastina Cewherî ku beriya 7 rojan destpêkiribû bi dawî bû. Bi tevlîbûna gelek jin û pêkhateyên ereb jî dewreya perwerdê despêkir û bi dawî bû.

Derbarê vê perwerdê de jina bi navê Semer Fewaz a ku temenê xwe 50'î saliye û beşdarî perwerdê bibû wiha axivî: ''Ji bo ku ez piştgiriya YPG,YPJ'ê bikin û em parastina taxên xwe bikin em tevlî vê perwerdê bûne û me cihê xwe di nava hêzên parastina cewherî de girt. Eger îro em parastina tax û bajarê xwe nekin wê kî bike.''

Semer wiha di dawiyê de got: ''Banga min ji bo hemû ciwanane ku cihê xwe di nava refên YPG,YPJ'ê de bigrin, îro welatê me bi hewceyî me ye û pêwîste em erka parastina welatê xwe pêkbînin. Ez hemû şervanên YPG û YPJ'ê silav dikim û serkeftinê ji bo wan dixwazim."

(de/rc)