Piştî sê mehan ji berxwedanê jiyana asayî
13:06
JINHA
TIL TEMIR- Hemwelatiyên bajarê Til Temir piştî ku derdora bajarê wan ji çeteyan hat paqijkirin, vedigerin malên xwe.
Di hemleya Şehîd Rûbar Qamîşlo de ya ku di 6'ê gulanê de li bejahiya kantona Cizîrê ji aliyê YPG,YPJ'ê hat destpêkirin û di vê hemleyê de gelek serkeftin hatin bi destxistin û gelek gund hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê gel êdî dest bi vegerê war û malên xwe kirin. Niha li bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê û bajarên din jiyana aramî despêkirin. Ji nûve li bajar firoşgeh hatin vekirin û gel bi rizgarkirina gundan û vegera xwe gelekî kêfxweşin.
Derbarê vegerê de gelê Til Temir nêrîn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Jina bi navê Meryem Hinîş ji pêkhateyên Erebe wiha axivî: ''Em bi vegera xwe gelekî kêfxweşin û jiyana me êdî li vir vegeriyaye wek berê. Vegera me bi saya hêza YPG û YPJ'ê pêk hat. Em gelekî spasiya şervanan dikin ku em ji çeteyan rizgar kirin."
Ji aliyekî din jî welatiya bi navê Hedle Yûnis li ser derketina wan ya ji bajarê Til Temirê wiha peyivî: ''Ji bo ewlekariya me, ji ber bombebaranê çeteyên DAIŞ'ê em 3'ê mehan ji bajarê xwe dûrketin. Em niha jiyana aramî dijîn, weke ku tiştek li bajarê me çênebûye, lê berxwedaniya şervanan nayê ji bîr kirin ku bi saya wan bajarê me paqij bû. Wê tevahî kanton ji çeteyan rizgar bibe û wê şervan bi serbikevin. Ji ber ku ew daxwazên maf û rastiyan dikin.''
Her wiha hemwelatiya Aşûriyan ya bajarê Til Temirê Valantîna hestên xwe wiha anî ziman: ''Di destpêka şer de em ji bajêr derneketin, lê YPG'ê ji bo parastin û ewlekariya me em ji bajêr derxistin, dema em derketin em çûn gelek deveran. Lê belê weke werê mirov tu cih ne xweşe. Dema şervanan gundên xeta Xabûr rizgarkirin, em vegeriyan malên xwe û di dema vegerê de hestên gelekî xweş em pêçandin. Ew hest bi gotin nayê ziman."
Piştî ku bajarê Til Temirê ji çeteyan hat paqij kirin, 750 malbat zivîrîn malên xwe.
(sş/rc)