Ji jinên Wanê bangawazî ji bo mitîngê: Em bibin lehî û bendê hilweşînin

14:10

Nişmeye Gûler / JINHA

WAN - Ji bo mitînga fînalê ya ku dê di çarçova xebatên hilbijartinê de di 6'ê hezîranê de li Wanê bê lidarxistin jinan banga tevlîbûnê kirin. Aktîvîsta KJA yê Nihal Ay hemû gelên ji bawerî û rengên cuda vexwend mitînga 6'ê hezîranê û got: "Em bang li hemû gel dikin ku di mitînga fînalê de biherikin ber Gola Wanê û bendê hilweşînin."

Piştî ku li Tirkiyê partiyên siyasî namzetên xwe yên ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê diyar kirin paşê jî xebatên hilbijartinê despêkir. Bi nêzbûna fînalê re ya herî tê mereqkirin jî partiya HDP'ê ya ku dê bendê derbas bike ango neke ye. HDP ya ku bi rengîniya xwe ya ji çand, bawerî, jin, ciwan û hemû têkelên civakî pêktê dê mitînga fînalê di 6'ê hezîranê de li Wanê lidarbixe. Jinên ku di xebatên hilbijartinê yên Wanê de cîh girtin banga tevlîbûna mitînga fînalê li her kesê kirin.

'Gelek jinên ji derdorên cuda berê xwe vegerandin HDP'ê'

Aktîvîsta KJA yê Nihal Ay destnîşan kir ku amadekariyên mitînga fînalê ya Wanê jinan kirin û wiha domand: "Piştî îlankirina kongereya xwe me dest bi xebatên komînên jinan û avakirina meclisên jinan kiriye. Li gel van xebatan jî me xebatên hilbijartinê jî birêve dibir."

'Em bang li gel dikin ku biherikin ber gola Wanê û bendê hilweşînin'

Nihal balkişand ser giringiya mitînga fînalê ya Wanê û wiha berdewam kir: "Wan cihek rengîn yê çandên cudaye. Li Wanê gelên kurd, ereb, tirk û tirkmen dijîn. Em bang li hemû welatiyan dikin ku biherikin ber Gola Wanê û bendê hilweşînin. Em ji vêderê bang li wan dikin ku em niha şehîdên xwe dispêrin axê, lê emê di 8'ê hezîranê de tabeleyên AKP'ê li hemû Kurdistanê binax bikin."

'Bi kelecan beşdariya mitînga Anadoluyê'

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Îpekyolu Mukkades Karakoç jî anî ziman ku bi ruhê têkoşîn û şoreşa jinên li Şengal û Kobanê li berxwe didin û li gel jin û ciwan seferberî dane despêkirin. Mukaddes destnîşan kir ku, li beramberî hemû zehmetî û tundiyên ku pêk tên, ew cardin bi coşek mezin xebatê xwe rêvedibin û got: "Mitînga fînalê ya Wanê pêwîste wek şoreşa Kobanê û şengalê bi coş be. Em bang li gelê xwe dikin ku em bersivek bidin mitînga Anadolu yê."


'Jin dê bersivek bi hêz bidin hikûmetê'

Rêvebira DBP'ê ya bajarê Wanê Caziye Duman jî diyar kir ku ew di pêvajoyek a xebatên giran re derbasbûne û wiha got: "Berpirsyartiyên giran ket ser milê jinan. Bandora têkoşîna Sakîne Cansiz û Arîn Mîrkan li ser xebatên ku me pêk aniye kir." Cazeye diyar kir ku ew xebatên jin esas digrin û wiha pêde çû: "Her deriyek ku me lêda bersivê jin mêr da. Ji ber vê yekê me giranî da xebatê xweser a jin." Caziye bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên hilbijartinê û diyar kir ku AKP'ê ol kiriye amûra siyasetê, lê êdî gel rastiya hikûmetê derxistiye zanistiyê û nayên xapandin. Caziye diyar kir ku ewê wek jin bersivek bi hêz bidin hikûmetê û ji bo mitînga fînalê ya k wê li bajarê Wanê pêk were a 6'ê Hezîranê bang li gel kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi hêvîne ku gelê me helwesta xwe li hember zihniyeta AKP'ê dane û ji bo ku ji Kurdistanê bên derxistin hemû gel li qada bin."

(zt/rc)