Meclisa Dayîkên Aştiyê: Were em edeb û ehlaq hînî te bikin

14:31

JINHA

AMED -Meclisa Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyip Erdogan dan û gotin: "Ji te tenê dizî, qirkirin û derew çêdibe. Ji ber wê jî were em dayîk edeb û ehlaq hînî te bikin. Ji ber divê Serokomarek di ferqa giraniya xwe debe û li her derê ne peyîve."

Ji bo gotinên Serokomar Tayyip Erdogan yên ji bo jinên li Îdirê ew protestokirî gîtî bertekek jî ji Meclisa Dayîkên Aştiyê hat. Girêdayî mijarê dayîkan li ber avahiya xwe daxuyanî dan. Ji dayîkan Sultan Koyun destnîşan kir ku bi navê vekirina giştî jinan û HDP'ê hedef digire û wiha domand: "Em di 7'ê Hezîranê de zimanê Serokomar yê dirêjî me dibe kin bikin."

Sultan wiha berdewam kir: "Em ji te edeb, ehlaq û hesiyetê hîn nabin. Ji ber karê te tenê dizî, qirkirin û derewin. Ji ber wê jî were em dayîk edeb û ehlaq hînî te bikin. Ji ber divê Serokomarek di ferqa giraniya xwe debe û li her derê ne peyîve."

(zt)