Lêprsîna derbarê dibistana Ferzad Kemanger de hatî vekirin hat protesto kirin

15:10

JINHA

AMED - Lêpirsîna di derbarê Dibistana Seratayî ya Ferzad Kemanger de hatî vekirin bi daxuyaniyekê hat protesto kirin.

Navenda Giştî ya KURD-DER'ê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û Komîsyona Ziman a KCD'ê bi armanca şermezarkirina lêpirsîna derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hatî vekirin de daxuyanî dan. Nûnerên saziyan li ber KCD'ê hatin cem hev, di navê de Namzetên HDP'ê yên Amedê Felaknas Uca, Îmam Taşçier û Nesrîn Şanli jî heyî daxuyanî dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Ziman ê KCD'ê Îrfan Babaoglu ve hate xwendin. Îrfan diyar kir ku ziman, yekane şahidê zindî yê hebûna gelan e û wiha got: "Li ser rûyê cîhanê hemû gel û netewe bi zimanê xwe tên nasîn û binavkirin. Bi zimanê xwe axaftin, xweîfadekirin û perwerdehî, mafê herî bingehîn ê hemû gel û neteweyan e. Qedexeya li hemberî vî mafî di qada navneteweyî de wek sûcê li hemberî mirovahiyê, hatiye binavkirin. Ji bo wê ye ku, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, di hemû peymanên navneteweyî de ji bo hemû kes û gelan, wek mafê herî bingehîn hatiye dîtin û bicihkirin. Lê belê di vê pêvajoya muzakereyan a ku qaşo çareseriya pirsgirêka kurd di xwe de dihewîne, de bi mebesta hilbijartinan ku Birêz Serokwezîr her roj li qadên mitîngan dibêje me pirsgirêka kurd çareser kiriye û ya mayî jî em ê çareser bikin de û dîsa di bin navê vekirinên komî de ku Birêz Serokkomar Qurana Pîroz a bi Kurdî, bilind dike û rabûna qedexeyên li ser zimanê kurdî nişan dide de, ji aliye dozgeriyê ve lêpirsîna di derbarê dibistanên bi zimanê kurdî de helwesteke balkêş e. Balkêşiyeke din jî vekirina van dibistanan, bi telîmatên rêxistinê ve girêdan e."

Îrfan anî ziman ku bang li dewlet û hikûmeta AKP'ê kir ku êdî dev ji van hewldanên binakokdev berdin û wiha axivî: "Li hemberî daxwaza gelan a bi çand û zimanê xwe jiyînê nebin kelem. Xalên 2 û 42 yên destûra bingehîn, xala 222 ya di derbarê perwerdehiya seretayî de û xala 1739 ku qanûna bingehîn ya Perwerdehiya Millî ye, êdî ji pirrengî û pirdengi ya vî welatî re nabin bersîv, divê ku bên guhartin. Şerha li hemberê Şertê Rêvebiriyên Heremî yê Ewropayê hilînin û karê perwerdehiyê radestî rêvebiriyên heremî bikin. Dîsa ji bo welatekî demokratik û jiyaneke di nav aştî û aramiyê de, di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, hemû mafên gelên Kurdistanî qebûl biki û di vê mijarê de gav bên avêtin. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me nasname û nîşaneya hebûna me ye."

(zt)