Bi serkeftinê re min bêhna azadiyê girt
09:23
Jînda Azad /JINHA
TIL TEMIR- Rojnamegera şer Dîcle Yusif ya ku bên navber şerê li bajarê Til Temir şopandiye û heya rizgar kirina bajarê Til Temir hewilda rewş û buyerên pêkhatî ji raya giştî re parve bike.
Şoreşa Gelan ya ku li Rojava ya Kurdistanê despêkiriye û bi salaye didome, gel ji bê derfetiyê di nava şert û mercên zehmet de hebûnê xwe diparêzin û ji bo ku jiyana xwe bi rêve bibin xwe bi rêxistin dikin. Li aliyê din xebatê çapemeniyê jî di nava derfetên zehmet de pêşket û ji bo ku dengê şoreşa Rojava ji raya giştî re raghîne ked û bedelên giran da. Gelek rojnameger di zanîngehê de beşa çapemeniyê xwendine lê belê gelek rojnamevan jî di şert û mercên zehmet de bi berpirsyariyek mezin erkên xwe ya dîrokî bi cih anîn û di nava şerde fêrî rojnamegertiyê bûn. Yek ji rojnamegera ku bi kedê xwe di nava şerde pêşxistiye Dîcle Yusive. Dîcle rojnamegertiya şerê li bajarê Til Temirê kiriye û hewildaye dengê şoreşê û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ji cîhanê re raghîne.
Dîcle behsa dema êrîşa çeteyan û buyerên ku pêkhatine kir û wiha got: "Min şer ji nêzde dişopand, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Kantona Kobanê û bajarên Til Hemîs, Til Birak têk çûn, berê xwe dan bajarê Til Temir û bi tayber jî xeta gundên Xabûrê. Li wan gundan gelek welatiyên Aşûrî revandin û ji bo ku hêzên YPG û YPJ'ê bigrin çembera xwe. Lê belê hêzên YPG û YPJ'ê astengî nasnekir û berxwedanek bê hempa da raber kirin. Piraniya çeteyên ku dihatin û li Rojava şer dikirin ne ji virbûn. Di nasnameya ku li ser wan me didît gelek ji wan Çeçen, Fenziwêla û ji welatên biyanî yên din bûn."
'Rojnamegertiya şervanên YPG û YPJ'ê kirin pîroze'
Dîcle derbarê xebatên rojnamegertiya şer de wiha got: "Rojnamegertiya şer kirin kirin ne hêsane. Di nava şer de em hewildidin nûçeyên berxwedana şervanan bidin û êrîşên çeteyên hov DAIŞ'ê bidin. Di demê wê de rastiyê raghandin kedek mezin dixweze. Her çiqas şert û mercên rojnamegertiya şer giran be jî, ji bo min rojnamegertiya şervanên YPG û YPJ'ê kirin gelek pîroze. Ji ber ku erkek wê ya dîrokî heye." Dîcle got: "Di jiyanê de tu tişt bi hêsanî nayê fêrbûn. Bi taybet jî di nava xebatê çapemeniyê de hîn zêdetir zehmetî derdikeve pêş. Paşverotiya civak destûrê nadê jin li her qadê xebat bide meşandin. Bi zihniyeta desthilatariyê û rolên ku ji jin re hatiye diyar kirin di wê çerçoveyê de nêzdibin. Piştî berxwedan û kedê şervanan dîtin êdî helwesta wan a li hember jin tê guharitin."
'Me bêhna azadî girt'
Dîcle wiha dom kir: "Di dema rizgarkirinê çiyayê Kizwanê yekem rojnameger ez gihêştim wir, hestek giran buha dide mirov. Ji cihê bilind mirov piştî serkeftinê mirov bêhna serkeftinê û azadiyê digre. Di demên wiha de bi rê hevalên xwe jiyan kirin wateyek mezin dide min. Yên ku hêştin em vê hestê jiyan bikin şehîdên ku xwîna xwe li ber axê dane ye. Pêwîste fedkartiya wan û berxwedana wan tu car neyê ji bîr kirin."
(rc)